Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir 2021-12-03 15:51:13   AMED - Li navçeya Farqînê, kesekî êrişî xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû kir.   Li navçeya Farqîn a Amedê, êriş li xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû hat kirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di saetên nîvro de kesê bi navê Remzî Yîgît ji bo biçe cem bijîjk ji Dogrû daxwaz dike ku jê re fîş bibire.  Li ser vê Dogrû pirsa randevûya wî heye ya na ji Yîgît dike. Ji ber ku randevûya Yîgît tune ye Dogrû jê re dibêje ku piştî nexweşên bi randevû biqedin dê wî bigire. Li ser vê Yîgît êrişî Dogrûn dike.    Dogrû ji biriyên xwe birîndar bû û polisên hatin cihê bûyerê Yîgît binçav kirin.