‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’ 2021-12-04 12:59:29   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got : “Şikandina tecrîtê bi tekoşîna siyaseta demokratîk pêkane.”    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnex û  navçeyên wê ji bo ku balê bikşînin li ser tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan, li pêş avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, dawî li tecrîdê bînin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ve hat xwendin.    'ŞIKANDINA TECRÎTÊ BI SIYASETA DEMOKRATÎK PÊKANE'   Akdag, diyar kir ku şikandina tecrîtê bi têkoşîneke hevpar pêkane û wiha got: “Tecrîd li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aşitiya civakê ye. Ji ber vê yekê şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Ev polîtîkaya tecrîdê jî bi zelalî derdixe holê ku di dewlet û hikûmetê de têgihiştina demokrasî û aştiyê tune ye. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ku di tecrîdê de israr dike, polîtîkaya xwe ya şer û pevçûnê didomîne û di encama vê polîtîkayê de jî gel û baweriyên cuda tîne li hemberî hev. Tê xwestin ku polîtîkayên dijminatiyê û tecrîtê bikin parçeyek ji jiyana me ya rojane. Hikûmet bi vê helwestê pirsgirêka kurd kûrtir dike. Di vê çarçoveyê de şikandina tecrîtê bi tekoşîna siyaseta demokratîk pêkan e.”   Daxuyanî bi berzikirina dirûşmeyên “Biji berxwedana zindanan”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî serok Apo” bi dawî bû.