Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve 2021-12-04 13:00:07   ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseya Ewropayê dernakeve û nih hedefa esil ew e ku CPT bikeve tevgerê.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ku derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxand. Komîteyê diyar kiribû divê Tirkiye heta îlona 2022’yan derbarê rewşa Ocalan de agahî bide.    Turkdogan biryara Komîteya Wezîran ji bo Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da nirxand û got: “Divê êdî Tirkiye dîroka berdanê ragihîne.”   ‘DIVÊ CPT’Î BI ROLA XWE RABE’    Turkdogan bi bîr xist ku piştî sala 2009’an statûya Girava Îmraliyê bû Girtîgeha Tîpa F û rasterast girêdayî Wezareta Edaletê bû û wiha got: “Niha rewşa Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir hatiye rewşa tecrîdê. Lijneya Wezîran behsa serdanên CPT’ê yên li Girava Îmraliyê dike û diyar dike ku di bin çavdêrî û kontrola CPT’ê de ye. Ji ber vê yekê, ew diyar dike ku ew nafikire ku di vê qonaxê de tedbîrên din ên takekesî hewce ne. Wê demê CPT divê karê xwe bike. Tekez kir ku divê komîte ji bo rewşa dawî biçe Girava Îmraliyê û lêkolînê bike. Lazim e demildest bikeve tevgerê. Wê biryar her sal di rojeva komîteyê de be. Heke destûra Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mİrovan a Meclîsê biçe serdana Îmraliyê hewceyî bi CPT’iyê jî namîne. Divê yasayên Tirkiyê ji bo Ocalan jî bixebitin. Qey ew ne hemwelatiyê Tirkiyê ye? Divê ji bo wî cihêkarî neyê kirin. Divê mekanîzmayek kontrolkirinê were kirin. Ocalan û girtiyên li cem wî neyên piştguhkirin. Em jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û em ê bişopînin.”    MA / Zemo Aggoz