Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn 2021-12-04 13:07:39   RIHA - Li ser rêya di navbera navçeyên Pirsûs û Bêrecûkê de qeza pêk hat, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.    Li Rihayê nêzî Çiyayê Arat ê li ser rêya bejahî ya navçeyên Pirsûs û Bêrecûkê, qemyoneke ku pîvaz lê barkirî û wesayîteke sivik a bazirganiyê li hev xistin. Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de ji heman malbatê Yakûp, Nejdet (25) û Meryem Korkmaz (50) jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Pirsûs û Bêrecûkê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.