Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-12-04 13:10:16   RIHA - Lawê rewşenbîrê kurd Mûsa Anter, Dîcle Anter serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî ye, malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Lawê rewşenbîrê kurd Mûsa Anter, Dîcle Anter îro serdana malbatê kir.    Anter di serdanê de axivî û destnîşan kir ku Emîne Şenyaşar pêvajoyek bi êş derbas dike û ev rewşa heyî dilê mirovahiyê dişewitîne. Anter tiştên hatine serê malbatê wek “sûcê mirovahiyê” nirxand û got tişta tê kirin nayê qebûlkirin.