Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê 2021-12-04 13:39:53 AMED - Gultan Kişanak ji bo malbatên girtiyên ku Nobeda Edaletê didomînin re peyama piştgiriyê şand û xwest her kes ji bo çareseriya vê pirsgirêka lezgîn bikevin nava tevgerê.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan di roja 19’emîn de li Baroya Amedê çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Her roj gelek serdanên piştevaniyê bo malbatan tên kirin. Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak ku niha girtî ye peyamek piştevaniyê bo malbatan şand.    Nameya Kişanak wiha ye:    “Dayikên me yên rêzdar;   Di serî de ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim, di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim û diyar dikim ku baweriya min bi serkeftinê heye. Hûn her tim bûne dengê wijdanê civakî û nirxên mirovahiyê.   Mafê jiyaneke bi tendurist mafekî pêwîst û jiyanî ye. Zordar vî mafî ji girtiyên nexweş re zêde dibînin. Ez di wê baweriyê de me ku berxwedana we ya bi rûmet û gelê me û sekna me ya rast a li hemberî zilmê di her şert û mercî de wê dagirkeran ji helwesta wan dûr bixe.   Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bang li her kesî dikim ku ji bo çareseriya vê pirsgirêka lezgîn bikevin nava liv û tevgerê; Careke din berxwedana we silav dikim û hêviyên xwe yên azadiyê bi we re parve dikim.”