Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş 2021-12-04 15:29:28   STENBOL - ÎHD'ê bang li raya giştî kir ku li ser rewşa girtiyên nexweşên giran Civan Boltan, Abdulselam Guler, Siddik Guler, Ahmet Kolakan, Şivekar Ataş û Mehmet Emîn Ozkan bi hestiyar bin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleyê ya Taksîmê 506'emîn çalakiya xwe ya hefteyî ya "Rûniştina F" li dar xist. Endamên komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Civan Boltan, Abdulselam Guler, Sİddik Guler, Ahmet Kolakan, Şivekar Ataş û Mehmet Emîn Ozkan. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyandin” hat daliqandin.   Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyanî da û diyar kir ku ji ber rewşa girtiyan tê piştguhkirin ew hatine asta mirinê.    BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ MANE    Accettîn da zanîn ku malbatên girtiyên nexweş Civan Boltan, Abdulselam Guler, Siddik Guler, Ahmet Kolakan, Şivekar Ataş û Mehmet Emîn Ozkan li Baroya Amedê bi armanca werin berdan û tedawîkirin Nobeda Edaletê dane destpêkirin û banga piştevaniya çalakiya malbatan kir. Acettîn rewşa girtiyên nexweş parve kir û destnîşan kir ku ev her şeş girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hatine hiştin û dibe ku her kêlî bimirin. Acettîn anî ziman ku êdî zêde dema girtiyan nîne û ew dixwazin di serî de her şeş girtî û tevahiya girtiyên nexweş demildest werin berdan.