'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin' 2021-12-05 09:01:36   AMED - Gubre, toxim, sotemenî û dermanên çandiniyê yên girêdayî dowîzan e, her roj biha dibin. Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, anî ziman ku cotkar ji ber vê yekê dixisrin û ji bêgavî dev ji çandiniyê berdidin.    Bi zêdebûna kûrên dowîzê re fiyetê gubre, mazot û dermanên çandiniyê jî her roj biha dibin. Ji ber vê bihabûnê cotkar êdî nikarin heqê mesrefan derxin. Hevserokê Odeya Endezyaran a Şaxa Amedê Abdûssamed Ûcaman, diyar kir ku li bendê bûn 22 milyon tin genim bê çandin, lê ji ber hişkesaliyê 15-16 milyon ton hatiye çandin.    Ûcaman, ragihand ku tenê li Amedê 3 milyon ton genim, nîsk û ceh hatiye çandin û ji sedî 95'ê cotkaran ji ber kêmbûna berdariyê xisirîne. Ûcaman, destnîşan kir ku ceh ji hezar û 700 bûye 2 hezar û 800 TL û ji ber ku wekî êmê heywanan tê bikaranşîn TMO'yê mecbûr maye milyon û nîv ton ceh îthal bike.    Ûcaman, destnîşan kir ku sedema sereke ya kêmbûna berdariyê kûrên dowîzan e û got: "Îsal gubre ji sedî 151, derman ji sedî 100 biha bûn. Her wiha mazot jî çûye hey çûye." Ûcaman, da zanîn ku hin ber ji sedî sed hin be rjî ji sedî 200 biha bûne û dê zêdebûna sereke di meha Çileyê de çêbibe, ji lew re di vê mehê de dê stok nemînin.    GUNDÎ DEV JI ÇANDINIYÊ BERDIDIN   Ûcaman, destnîşan kir ku hê jî zanista çandiniyê negihaye gundiyan û gundî di vî warî de nehatine perwerdekirin û got: "Em bûn şahid ku hê jî xizmeta hin deveran nehatiye kirin. Ji ber ku maliyet zêde ne, hilberîner nikare rekabetê bi welatên din re bike. Ev jî dibe sedem ku gundî dev ji çandiniyê berdin, koç bikin û têkevin nav lepên bankeyan û selefxuran."    Ûcaman, bilêv kir gava cotkar bixisire dê ev yek bandorê li her kesî bike.   TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN   Ûcaman, diyar kir ku gava herî girîng a divê bê avêtin, "seferberiya çandiniyê" ye û got: "Berî her tiştî divê wezaret guh li dîtinên Odeya Endezyarên Çandiniyê bike. Lewma îstihdama ewilî divê di warê enzdeyartiyê de bê kirin. Maliyet zêde ne. Par maliyeta serê dekarê 480 TL bû, îsal bis er 900 TL'yî re ketiye. Divêmaliyet bên kêmkirin, divê ji bo mazot, gubre, derman û tovan KDV neyê stendin. Dê ev yek maliyetê jî kêm bike. Destekên tên dayîn ne bi dilê cotkaran e. Heger dilê wan û xweşkirina dilê cotkaran hebe divê maliyet bê KDV û bac berpêşî cotkaran bê kirin. Cotkar û gundî dê bi vî awauî karibin vegerin ser karê xwe."    MA / Ceylan Şahînlî