Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî 2021-12-05 09:03:14   AMED - Malbata Ak ku xaniyê wan ê li Taxa Lalabey a Sûrê hat xerakirin, li kêleka xaniyê xwe yê ber dikan kirê kirine û di dikanê de dijîn.    Li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amedê, piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de dest pê kir û 103 rojan dewam kir, gelek avahî hatin xerakirin û bi hezaran malbat jî hatin mexdûrkirin. 22 hezar û 323 şêniyên li 6 taxên Sûrê yên şer li wan qewimîn, ji bêgavî malên xwe terk kirin û yan çûn taxeke din an jî koçî bajarine din kirin.    Her wiha li navçeyê 334 avahiyên tescîlkirî û 3 hezar û 569 avahî jî ji holê hatin rakirin. Piraniya van avahiyan jî piştî 9'ê Adara 2016'an ku hatibû ragihandin şer bi dawî bûye, hatin xerakirin.    Ji bo malbatên xaniyên wan hatibûn xerakirin soz hatibû dayîn ku dê li devera Ûçkûyûlarê û Çolguzeliyê 5 hezar û 746 avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Lê tenê xanî dan 837 malbatan. Malbatên ketin van xaniyan jî ketin bin deynan. Li Sûrê jî li şûna avahiyên hatin xerakirin 506 xanî, 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh hatin çêkirin û niha metrekareya xaniyan bi 2 hezar TL'yan dane ber îhaleyê.    Yek ji van malbatên ku xaniyên wan hatine xerakirin jî malbata Ak e.   DI DIKANÊ DE DIMÎNIN   Mehmet Ak (65) ku xaniyê wî yê li Taxa Lalebeyê hat xerakirin, piştî xaniyên TOKÎ'yê nedan wî tevî malbata xwe li şûna xaniyê xwe yê hat xerakirin kon veda. Malbat 3 salan di konê de ma û piştî konê wan jî hat rakirin, ketin dikaneke 10 metrekareyî.    HEQÊ XANÎ Û DIKANÊ 38 HEZAR TL   Mehmet Ak, ji bo debara malbata xwe bike li ber deriyê dikana lê dimîne hin tiştan difiroşe. Ak, anî ziman ku ji bo xaniyê wî û dikana wî yên hatine xerakirin 38 hezar TL pêşniyarî wî hatiye kirin.    Ak, anî ziman ku li Sûrê mezin bûye û piştî konê ku vedane hatiye rakirin dikana bûrayê xwe kirê kiriye û tevî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe di vê dikanê de dimîne.    Ak, bilêv kir ku dewletê ji bo xaniyên şêniyên Sûrê yên hatine xerakirin 60-90 hezar TL pêşniyar kiriye û ji bo xaniyên li şûna xaniyên wan çêkirine jî 400 hezar TL dixwaze.    Ak, destnîşan kir ku quweta wan tune ye ku xaniyên hatine çêkirin bikirin û got: "Dê mirov vî pereyî ji ku bînin. Ma karek, fabrîkayek heye em bixebitin. Ciwanên me hemû li derve ne. Ma kî dikare mehê 4-5 hezar Tl kredî bide?" Ak, bilêv kir ku gelek kesên wekî wî nikarin heqê kirêya xwe û heqê av û ceryanê bidin û ji ber vê ketine ber heczê.    Ak ku got "Madem wisa ye, hema bila bombeyan bavêjin ser me û me kurdan bid erbekê bikujin. Bila Erdogan îstifa bike. Ma jina wî jî ne kurd e, ew jî kurd e. Ma dê ev heya kengî wisa bidome?" anî ziman ku li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne.    'XANIYÊ ME BI SER SERÊ ME DE XERA KIRIN'   Hevjîn wî Mevlude Ak (61) jî got: "Pêşî hatin xaniyê me bi ser serê me de xera kirin, niha jî çav berdane heqê me."    Ak, destnîşan kir ku ya bila xaniyê wan an jî heqê xaniyê wan bidin wan û got: "Ma qey heya em sax bin em ê li kuçeyan bin. Dixwazin cenazeyê me ji kuçeyê rakin. Em doza heqê xwe dikin. Qey ji Xwedê natirsin."    MA / Omer Çelîk