Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin 2021-12-05 11:54:51   RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 272'yemîn a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: "Hikûmetên ku bingeha wan ne edalet e, di hejeke herî biçûk de hildiweşin."       Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpekirin di roja 272'yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê nobeta xwe didomînin. Malbatê, li ser hesabên xwe yen medya sanal ev parvekirin kir: "Hikûmetên ku bingeha wam ne edalet be xerabûyî dibin. Di hejeke herî biçûk de hildiweşin. Heke rêveberiyeke ku zaliman diparêze hebe bila hilweşe! Heke hilneweşe tarûmar bibe."