Li Geverê tecrîdê protesto kirin 2021-12-06 15:34:57   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.   Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e agahî jê nayê girtin hat şermezarkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saîd Dede jî di nav de gelek kes li navenda navçeyê li hev  kom bûn û xwestin derbarê tecrîdê de daxuyanî bidin. Polisan girseyê dorpêç kir û xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Lê rexmî vê rewşê jî girseyê bin dorpêça polisan de daxuyanî da û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.    BANDORA TECRÎDÊ    Saît Dede, destnîşan kir ku Ocalan dengê aştiyê ye û ev tişt got: "Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û pê re hiqûqa welat tune bû. Desthilatê bixwe dema pêvajoya çareseriyê bi Ocalan re hevdîtin kir. Dema van hevdîtinan pozê kesekê jî xwîn nebû, şer, xizan tunebû û diyalog û muzekere hebûn. Lê ev kêrî desthilatê nehat. Lewre armancê tenê desthilata wê bû. Tecrîd tenê li ser Ocalan nayê pêkanîn. Tecrîd nêzikbûna li hemberî gelan radixe ber çavan. Heke hûn dixwazin li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vebikin divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Heta ku ev tecrîd rabe em ê jî têbikoşinm. Bedila wê çi dibe bila bibe ji bo ku aştî bê vî welatî divê tecrîd bê şikandin. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û bajar bi bajar tecrîdê vebêjin. Teşhîrkirina polîtîkayê tecrîdê ya vê hikûmetê divê peywira herkesî be."