Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir 2021-12-06 16:45:57   AMED - Kedkarên cemaweriyê yên ji bo piştgiriya çalakiya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dan destpêkirin, ziyaret kirin, bang li her kesî kirin ku li dijî pêkanînên dijmirovahî têbikoşin.   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 21’an de berdewam dike. Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Tüm Bel-Sen) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) malbat ziyaret kirin.    BANGA TÊKOŞÎNA MIL BI MIL    Berdevkê Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê Nasir Demîrkiran diyar kir ku li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê tên jiyîn û wiha got: “Di salên borî de jî li herêmê gelek êş dihatin jiyîn îro jî wan êşan dijî ev gel. Em îro bi hatina li vê derê me xwest piştevaniya we bikin û di lêgerîna edaletê de piştgiriyê bikin. Li dijî bêhiqûqiyên girtî dijîn divê em mînaka têkoşîna mil bi mil deynin holê. Em amade ne ku di vî warî de çi bikeve ser milê me bikin.    DIVÊ HERKES XWEDÎ DERKEVE   Xizma girtiyên nexweş nivîskar Herdem Merwanî jî bang li hikumetê kir ku qanûnên xwe pêk bîne û girtiyên înfazên hatine şewitandin demildest berde. Merwanî, diyar kir ku naxwazin darbesta girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan, teslîm bigirin û xwest ku herkes li nobeta wan a edaletê xwedî derkeve.    BILA QANÛN PÊK WERIN    Xizma girtî Încî Guler destnîşan kir ku li girtîgehan zilm û tundî zêde bûye û wiha got: “Bila girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin. Bila ev qanûn ji bo me jî werin pêkanîn. Ji ber vê yekê bang li hemû saziyan dikin. Divê em tiştên li girtîgehan diqewimin bînin rojevê.”   PÊKANÎNÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ    Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî diyar kir ku geşedanên li girtîgehan diqewimin ji nêz ve dişopînin. Atabey, dazanîn ku pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên di salên 1990’î de girtiyan li girtîgehên Tirkiyeyê dijî, bi hewldana darbeya 2016’an dîsa xistin meriyetê û bi lêv kir ku wê li dijî van polîtîkayên hikumetê yên bizanebûn têbikoşin.