Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin 2021-12-06 17:05:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam dike. Di nobetê de bang hat kirin ku PDK cenazeyên HPG’yiyên jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan bên kirin.    Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenazeyan nadin malbatên wan. Li ser vê yekê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê li ser Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya nobetê di roja 63’yan de didome.    Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan îro serdana çalakvanên li Sêmalkayê kir û bang li PDK’ê kir ku dest ji piştgiriya ku dide Tirkiyeyê berde û cenazeyên HPG’iyiyên jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan bikin. Şandeya bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin, li gel çalakvanan ber bi sînor ve meşiyan. Endamê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî Şêx Elî Emîn li wir axivî û wiha got: “Hêviya me ji birayên me yên kurd heye. Em dixwazin cenazeyên keç û kurên me radestî malbatên wan bên kirin. Ew şehîdên aştî û azadiyê ne. Bi şev û roj şer kirin, ji bo ku em bi rehetî bijîn. Xeyala şehîdên me biratî û azadiya hemû gelan bû.”   ERDOGAN BI BÎR XIST   Emîn bang li PDK’ê kir û wiha got: “Em hemû di heman keştiyê de ne. Mala me yek e û nanê me yek e. Em li hemberî tiştên ku îro li ser axa we pêk tên, bê xem nîn in û em ê bi dil û can li dijî êrişên li ser xaka xwe rabin. Heke em bi hev re bin, kes nikare me kurdan têk bibe. Pişta xwe nede dewleta Tirk û Erdogan. Erdogan dijminek e û gotiye heke konekî kurdan jî hebe dê xira bike. Şerê Erdogan ne tenê li dijî me ye, li dijî hemû kurdan e.”   ‘DENGÊ DAYIKAN BIBIHÎZIN’   Şêx Elî Emîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji we re dibêjin bira. Cenazeyên me radestî me bikin, dengê dê û bavên ku dilê wan dişewite, bibihîzin. Em dixwazin şehîdên xwe li vê xaka pîroz bi rengekî hêjayî wan veşêrin.”