Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e 2021-12-07 09:12:40   STENBOL - Endamê Desteya Koordînasyona DÎB'ê Mûrat Akbaş, diyar kir ku sedema sereke ya krîza aborî neçareserkirina meseleya kurd e. Akbaş, destnîşan kir ku pergal xitimiye, nikare çareseriyê peyda bike.    Li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî her diçe kûrtir dibe. Endamê Desteya Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Mûrat Akbaş, diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke piralî heye û sedema sereke ya krîza aborî neçareserkirina meseleya kurdî ye.    Akbaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê krîzeke pir alî heye û krîza aborî ya rojeva sereke ya siyasetê ye, pirsgirêkeke pergalî ye. Akbaş bibîr xist ku ji ber vê krîza aborî welatî daketine kolanan û got: "Tirkiye welatekî pir dînamîk e. Em her roj bi krîzeke ku krîza roja din dinixumîne re rû bi rû dimînin. Krîza borî tê jibîrkirin. Peywira rêxistinên siyasî ew e ku girseyên gel bi awayekî rast birêxistin bike. Mirov daketin kolanan, a din arojê me ew ji bîr kirin. A din a rojê me ev li tevahiya derdoran belav nekir û me veneguherandin çalakiyeke çak. Divê tenê ji gel re neyê hiştin. Têkoşîneke gel a rêxistinbûyî divê."    CIVAK PERGALÊ DIDE BER LÊPIRSÎNÊ   Akbaş, destnîşan kir ku her diçe gel xizantir dibe û got: "Pergal jî ji ber ku nikare çareyekê ji vê re bibîne, êdî nikare bi rê ve bibe. Civak pergalê dide ber lêpirsînê. Em di dîroka pergala kapîtalîst de leqayî bi dehan krîzan tên û di dawiya hemûyan de jî îqtidarê neguherîn. Di piraniya wan de pergalê xwe nû kir û rêya xwe domand. A niha diqewime jî arîfeya vê yekê ye; an dê pergal xwe nû bike û rêya xw ebidomîne, an jî em ê pêşî lê bigirin û îqtidareke ku demokrasiyeke ehlê gel dihewîne pêk bînin."    SEDEMA SEREKE YA KRÎZÊ MESELEYA KURD E   Akbaş, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e û wiha domand: "Gava em dibêjin meseleya kurdî bûyer tê tengkirin. Ev, meseleyeke neteweyî ye. A rast meseleya kurdî, meseleya tirkî ye. Divê çawa bê çareserkirin? Ger em pergaleke aştiyane û li ser asasê ma fû azadiyan ava bikin, em ê karibin vê meseleyê ji holê rakin. Ev mesele, meseleya sereke ya pirsgirêkên din e jî. Di asasê meseleya kurd de bêedaletî, bêhiqûqîtî, bişavtin û înkarkirin heye. Divê em van tiştên li hev lefiyane hemûyan bi hev re bifikirin. Û divê em di nav têkoşîneke hevpar de li çareseriyê bigerin."    ‘PEYWIR A ME YE'   Akbaş, bilêv kir ku xelasiya ji vê tarîtiyê dê bi kêrî gelan bê û got: "Santîmek be jî avakirina welatekî ronî li benda me ye. Ev peywir a me ye. Ya ku vê bi dets me berde ne ev pergal e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Akbaş, destnîşan kir ku demokrasî tenê dê bi guherandina îqtidarekê neyê, ji lew re ya muhîm ew e ku kî îqtidarê diguherîne û got: "Pergal xitimiye, nikare çareseriyê peyda bike. Lê divê em vê di halê wê de nehêlin. Ger demokrasî bê, dê bi têkoşîna hevpar a gelên vî welatî bê. Di demên dawî de nîqaşên derbarê zeximkirina pergala parlementeriyê de tên kirin. Divê em vê têgihê baş nîqaş bikin ku em ê naveroka wê çawa dagirin."    PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA PERGALÊ YE   Akbaş, bilêv kir ku pênaseya "yekzilamî" ya muxalefetê, berteng e, ji lew re pirsgirêka sereke pirsgirêka pergalê ye. Akbaş got: "Niha nûnerê vê pergalê Erdogan e. Sibê dê Soylû an jî kesekî din be. Pergala ku bi yekzilamiyê tê pênasekirin pergaleke faşîst e û nûnerê wê jî Erdogan e. Îro li welatê me li hemberî hemû kesî tahde û çewisandin heye. Divê em çi deynin dewsa vê? Divê em edaletê, heq û hiqûqê, jiyana hevpar deynin şûna wê. Divê ev xwe bisipirên qanûnekê û bên mîsogerkirin."    MA / Kadîr Guney