Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin 2021-12-07 13:37:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, careke din xwendekarên zanîngehê bi daxwaza ku bûrs û mafên wan ên xizmetên civakî bên dayîn daketin qadan.    Li Herêma Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê yên xwendekarên zanîngehê ji meha mijdarê ve berdewam dikin. Di saetên serê sibehê de xwendekar careke din bi daxwaza ku bûrs û mafên wan ên xizmetên civakî bên dayîn, li Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Koye, Germiyan û Helebçeyê li ber derrên kampûsên zanîngehan li hev civiyan.    Ji sala 2014'an ve ji ber qrîza aborî xwendekar bûrsên xwe nagirin. Bi rojan e xwendekar li qadan daxwaza vî mafê xwe dikin. Bi sedan xwendekar ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin birîndarkirin û gelek ji wan jî hatine binçavkirin.    Xwendekar diyar dikin ku heta daxwazên wan bên bersivandin dê çalakiyên xwe bidomînin.