15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê 2021-12-07 13:54:37   ENQERE - Derbarê 12 parlamenterên HDP’ê û parlamenterek serbixwe de 15 fezlekeyên nû hatin amadekirin û ji bo Serokatiya Meclîsê hatin şandin.    Derbarê 13 parlamenteran de fezlekeyên nû hatin amadekirin. Fezleke derbarê di nav de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî di nav de derbarê 13 mebûsan de 15 fezleke hatin amadekirin û ji bo Serokatiya Meclîsê hatin şandin.    Serokatiya Meclîsê fezlekeyên ji bo rakirina destnedayînê şand Komîsyona Destûra Bingehîn û Edalata Têkel. Fezleke derbarê van parlamenteran de hatine amadekirin: Berdan Ozturk, Ayşe Surucu, Omer Faruk Gergerlioglu, Meral Daniş Beştaş, Dîrayet Dîlan Teşdemîr (2), Tayîp Temel, Muazzez Orhan Işik, Murat Sarisaç, Alîcan Onlu, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Saît Dede, Sezaî Temelli û Parlamenterê serbixwe yê Mûşê Mensur Işik (2).   Derbarê 56 parlamenterên HDP’ê de heta niha hezar û 96 fezleke hatine amadekirin.