Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake 2021-12-08 09:41:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamean Biryar Hecî Keko, diyar kir ku gel tevî hemû zextên PDK'ê û êrişên Tirkiyeyê jî terka warê xwe nakin û li ber xwe didin û got: "Ev ax a me hemûyan e, divê em wê biparêzin."  Armanca operasyonên eskerî yên Tirkiyeyên yên bi tevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Herêma Kurdistana Federe dike, valakirina herêmê ye. Di çarçoveya vê konseptê de heya niha ji Behdînan û Silêmaniyê bi hezaran kes dane serê rêyên koçberiyê. Şêniyên herêmê yên koçberî li wan hat ferzkirin piştî drama li sînorê Belarûs-Polonyayê hêdî hêdî vedigerin warê xwe.    Rojnamevan Biryar Hecî Keko, po9lîtîkayên PDK'ê yên ku koçberiyê li gelê herêmê ferz dikin nirxandin.   SIYASETA ÎŞKENCEYÊ   Keko, anî ziman ku tu hêviya gel ji PDK û YNK'ya ku 30 sal in îqtidar in nemaye û got: "Ciwan jî bêhêvî ne. Bi polîtîkayên xwe yên şaş ên 30 salî hêvî bi ciwanan re nehiştine. Ev hêz xwe bi siyaseta girtin û îşkenceyê li ser pêya dihêlin."    ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ   Keko, destnîşan kir ku sedemeke din a koçberiyê jî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li devera Amêdiye, Zaxo û Akrê ne û got: "Hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî derûniya gel xera kirine. Gel nikare ji nava bajêr derkeve. Ji lew re balafirên şer ên Tirkiyeyê tim li asîmanên Başûr in û ên derdikevinb derveyî bajêr bombebaran dikin. Her wiha DAIŞ jî tim êriş dike. Mirov jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Ji xeynî vê Heşdî Şabî û komên din ên girêdayî Îranê jî ji bo gel talûke ne. Gel nerazîbûna xwe ya ji bo bêdengiya hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî ya li hember van komkujiyan dide der. Bi hêviya jiyan û pêşerojeke nû diçin. Beriya her tiştî doza warekî ewle dikin."    KRÎZA ABORÎ   Keko, bilêv kir ku sedemeke krîzê ya din jî krîza aborî ye û got: "Li Başûrê Kurdistanê derfetên xebatê pri kêm in. Ciwan betal in. Xaka Başûr hemû, kaniyên petrolê û budçeya herêmê did estê KDP û YNK'ê de ne. Vê rewşê bi polîtîkayên şaş didomînin. Tu hêviya gelê me ji vana nemaye. Ji lew re ev tenê ji bo alîghirên xwe hene û derfetan didin ber wan. Bi tu awayî alîkariya kesên din nakin. Heger hûn ne alîgirên van her du partiyên siyasî bin, hemû derî girtî ne. Her wiha bi salan de hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî di warê deynan, petrol, gumruk û dahatan de li hev nakin. Lewma hêviya gel her du rêvebiriyan jî nemaye."      ‘DIVÊ EM DEV JI AXA XWE BERNEDIN'   Keko, destnîşan kir ku têkoşîna gel a li dijî zextên PDK'ê û êrişên Tirkiyeyê didome û got: "Divê tu kes terka vê axê neke. Ji lew re ev ax a me hemûya ye. Divê em wê li hemberî dijminan hem jî li hemberî îqtidarê biparêzin. Îqtidar ne li cem gel û ciwan ye. Berevajî vê ji bo ciwan terka herêmê bikin tevdigere. em bang li ciwanên xwe û gelê xwe dikin ku divê terka warê xwe nekin. Em bi awayekî demokratîk bitêkoşin. Divê her kes li dijî vê serdetsiyê bibe yek. Me bi bedêlên giran ev axa bi dest xist. Lewma divê her kes wê biparêze. Heya pergaleke demokratîk, aqilane û hiqûqê bê avakirin, divê em bi awayekî demokratîk bitêkoşin. Gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên me çûne Ewropayê. Em dixwazin vegerin. Ji lew re ev ax ji bo me şeref e. Ji parastina şerefê pîroztir tiştek tune ye. Divê em tirsê û bêhêvîtiyê bişikînin. Ên çûne bila vegerin û em bi hev re bitêkoşin."   MA / Omer Akin