Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket 2021-12-08 09:43:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku tevî hemû hewldanan jî nayê berdan û kurê wî Ahmet Ozkan ê ligel wî, bi vîrûsa koronayê ketin.    Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in girtî ye û ji ber kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Navçeya Licê ya Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin tê sûcdarkirin, bi vîrûsa koronayê ket. Girtiyê nexweşê giran Ozkan, tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan.    5 CARAN QEYRANA DIL DERBAS KIR   Bi Ozkan, ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin re, nexweşiyên weke guatr, rûvî, dil, tansiyona bilind, qebzîtî, Alzheimer û nexweşiyên mejî hene. Ozkan, di girtîgehê de heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kir û 4 caran jî anjiyo bû. Hemû serlêdanên ji bo berdana Ozkan hatin kirin bê encam man.  Ozkan nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe jî pêk bîne, ji ber vê yekê lawê wî Ahmet Ozkan ê bi wî re dimîne lê dinêre. Hat hîn bûn ku Ozkan û kurê wî bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketine. Dîsa hat diyarkirin ku girtiyên din jî test kirine lê hêj encama wan aşkera nebûye.    ‘BI DARÊ ZORÊ BIRIN STENBOLÊ’   Nevzat Ozkan ê ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî, diyar kir ku duh ji bo bav û birayê xwe bibîne çûbû girtîgehê lê hîn bû ku ji ber her du jî bi vîrûsê ketine, xistine karantînayê. Ozkan, bi lêv kir ku bavê wî beriya 3-4 rojan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û wiha got: “Tevî nexweşiyên xwe jî 2 sal in bi koronayê neketibû. Me nedixwest êdî bibin Stenbolê. Bi darê zorê ew birin. Adlî Tibê gotine bînin. Ji xwe nexweş e, ewqas rê dibin jî lê tu encam dernakeve. Êdî ji bo ku eziyet lê neyê kirin me got nebin lê guhdariya me nekirin.” Ozkan, anî ziman ku ji jiyana bav û birayê xwe bi fikar in û xwest ku bavê wî demildest were berdan. Ozkan, diyar kir ku bavê wî demekî dirêj e hişê xwe winda kiriye û xwest ku ev zilm bi dawî bibe.