Tunç li Serêkaniyê hat veşartin 2021-12-08 10:55:52   RIHA - Endamê HPG’ê Ferhat Tunç ê li navçeya Hewangê ya Rihayê di şer de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Serêkaniyê hat veşartin.    Li gundê Heciya Jor a bi ser navçeya Hewangê ya Rihayê ve hatibû îdiakirin ku şer qewimî ye û hat îdiakirin ku endamê HPG’ê Ferhat Tunç (31) di şer de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê dihat rawestandin. Malbata Tunç çû morgê û cenazeyê lawê xwe teşhîs kir. Piştî karûbarên teşhîsê malbatê cenaze wergirt û bir navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Li navçeyê polîsan destûr neda ku cenaze were şûştin û wecîbeyên olî bên bicihanîn. Bêyî cenaze were şûştin û nimêja wî were kirin li Goristana Asrî hat veşartin. Polîsan nehişt kes beşdarî merasîmê bibe û tenê destûr hat dayîn ku 5 ferdên malbatê cenaze veşêrin.    Malbat şîna xwe li mala xwe ya li taxa Fatîh Sultan Mehmet daniye.    ÎDIAYA ÎNFAZÊ    Wezareta Karên Navxweyî îdia kiribû ku Tunç di “pevçûnê” de jiyana xwe ji dest daye. Malbat dibêje li mala ku lawê wan jiyana xwe ji dest daye şopên “pevçûnê” tune bûye û di serê wî de tenê şopa guleyekî hebûye. Malbatê got ew di wê qenaetê de ne ku dibe lawê wan hatibe înfazkirin.    Duh piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bûyerê ragihand, CNN Turkê jî nûçe bi wêneyê hunermend Ferhat Tunç serwîs kiribû. Hunermend Ferhat Tunç bertek nîşanî CNN Turkê dabû û gotibû ew ê derbarê nûçeyê de gilî bike.