TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne 2021-12-08 11:39:38   NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-DEM’ê bertek nîşanî êrişa li ser Şengalê da û diyar kir ku kesên di 9’ê Cotmeha 2020’an de peyman îmze kirin, berpirsyarên êrişê ne.    Di êrişa Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê de Hevserokê Desteya Rêveber ê Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest dabû û zarokên wî birîndar bûbûn. Tevgera Civakî ya Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    TEVDEM’ê bertek nîşanî êrişê da û dazanîn ku Tirkiye duh li Rojava îro jî li Şengalê li dijî sivîlan komkujiyên xwe didomîne. TEVDEM’ê diyar kir ku Tirkiyeyê bi balafirên biçek û bêmirov li Şengalê li dijî rêveberiya civaka êzidî êrişeke terorîst pêk anî û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst a dagirker, bi awayekî terorî, bi balafireke bê mirov komkujiyeke hovane li dijî malbata hevserokê Rêveberiya Xweser şehîd Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) pêk anî û du zarokên wî bi giranî birîndar bûn. Ev yek bi rêya sîxur, xayîn û dijminên mirovahiyê pêk hat.”    ‘POLÎTÎKAYEKE QIREJ E’   TEVDEM’ê, da zanîn ku AKP ya ku qadên xwe yên şer berfireh dike bi taybetî li dijî civaka êzidî, bi giştî li dijî gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Ev siyaseteke qirêj û plankirî ye armanc vîna civaka me lawaz kirin û Şengal ji niştecihên wê vala bike, her wiha nehêle êzidiyên koçber ên li kampên Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê, da ku di encamê de derfetê bidin terorîstên DAIŞ'ê careke din vegerin. Faşîzma Tirkiyê ya sûcdar û tirsonek bi van êrişan dixwaze zextê li civaka me ya êzidî bike da ku siyasetên xwe, desthilata xwe ya derexlaqî ferz bike û vîna êzidiyan bişkîne. Lê ne mumkine ku vîna wan were şikenandin, ji ber êzidî bi dîrok, çand û nirxên xwe ve girêdayî ne. Li dijî êzidiyan 73 fermanên bi xwîn hatin pêkanîn, lê êzidî tune nebûn. Civaka êzidî îro ji berê bêtir bûye civakeke xwedî vîn û îsrara ber bi avakirina civakeke êzidî ya azad ve.”   KESÊN PEYMAN ÎMZE KIRINE BERPIRSYAR IN   TEV-DEM, destnîşan kir ku kesên di 9’ê Cotmeha 2020’an de peyman îmze kirine berpirsyarên êrişê ne û got: “Her wiha civata navneteweyî berpisyar bidawîkirina van êrişên Tirkiyê yên karesetî yên li dijî vîna gelên herêmê dibînin ku çavê xwe li êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê girtiye bêyî pêkhateyê aştiyane û civaka sivîl di ber çavan re derbas bike. Em bang li civaka me ya kurd û êzidî dikin ku li ser yekkirina hewlestên exlaqî bi israr bin, li her deverê li hemberî siyasetên qirêj ên li dijî vîna civaka êzidî têkoşînê xurt bikin.”   ANLAŞMAYI İMZALAYANLAR   9 Ekim 2020 yılında anlaşmayı imzalayan Êzidî toplumunun iradesini kırmada ısrarcı olan tarafları saldırıdan sorumlu gören TEV-DEM, “Türk devletinin, Şengal toplumunun iradesine dönük saldırılarını göz yuman Uluslararası toplum, bu vahşi Türk saldırılarını sona erdirmekten sorumludur” dedi.