Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin 2021-12-08 13:37:11   AMED - Dosyeya doza aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî ku jê dihat darizandin, ji ber ku berê jî ji heman sûcdariyê hatibû beraetkirin, hat betalkirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de dihat darizandin. Ektî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ku îtîrafkar Hicran Berna Ayverdî giliyê wê kiriye doz lê hatibû vekirin. Danişîna şeşemîn a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Di danişîna ku Ektî beşdar nebûyê de parêzerên wê Gulşen Ozbek û Mehmet Oner amade bûn.    Şandeya dadgehê biryar da ku dosyeya doza Ektî ji ber ku berê jî ji heman sûcdariyê hatiye darizandin, were betalkirin.