Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye 2021-12-08 15:14:16   AMED - Kurê Mehmet Emîn Ozkan ku Wezareta Edaletê angaşt kiribû di bin kontrola wan de ye Nevzat Ozkan, diyar kir ku bavê wî dema hatiye sewqkirin bi koronayê ketiye.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û rexmî hemû bangan jî nayê berdan, bi kurê xwe Ahmet Ozkan re bi koronayê ket. Ozkan ku duh êvarê rewşa wî ne baş bû ji ber kuxika zêde û bilindbûna agirê wî ew rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.    Kurê Ozkan Nevzat Ozkan, derbarê rewşa bavê xwe de axivî û ev agahî dan: "Duh ji bo kontrolê anîn neweşxaneyê. Niha li nexweşxaneyê tê ragirtin. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, niha rewşa wî asayî bûye. Heta ku testa wî bibe negatif wê li nexweşxaneyê bê girtin. Dema ku wî ji bo rapora tenduristiyê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê kiribûn bavê min nexweş ketibû. Li Stenbolê 3 rojan dimîne û piştre di 3'ê mehê de tê vegerandin. Di 6'ê mêhê de wî dibin revîrê. Piştî mieyna xwe ya li revîrê wî sewqî nexweşxaneyê dikin.  Li nexweşxaneyê testa wî pozîtîf derdikeve. Dîsa wî dişînin girtîgehê. Dema ku rewşa wî giran dibe carke din dişînin nexweşxaneyê. Bijîjkên revîrê gotin ku derzî bûye û wê nexweşiya wî giran derbas nebe."   Di berdewamê de ozkan, da zanîn ku bavê wî tenê ji bo daşirê dikare rabe ser piyan û biçe pêwistiyên xwe bibîne û wiha got: "Herî dawî parlamenteran pirsa bavê min ji Wezareta Edaletê kiribûn, Wezaretê ji parlamenteran re gotibû ku her tişt di bin kontrola wan de ye rewşa wî baş e. Lê îro bavê min bi koronayê ketiye."