ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-09 09:00:24 * Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya ku AKP’ê roj bi roj mezintir dike nirxandin û deng û hêrsa ku li kuçeyan bilind dibe dê birina îqtidarê bi leztir bike.  * Bijîşk Bûlût Ezer, diyar kir ku ji ber pandemî û enfeksiyona grîbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye û bal kişand ser xwarina zebze, fêkiyan û vexwarina avê.    * Gelê Dersimê anî ziman ku îqtidarê hilberînerî nehiştiye, roj fiyet biha dibin û nikarin debara xwe bikin.    * Mehmet Ozoglû ku qeyûm ew xist Şaredariya Peyasê, piştî bû Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP'a Amedê, bêyî biçe ser kar meaşê distîne.    * Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, diyar kir ku Tirkiye li Îmraliyê berpirsiyariya xwe pêk nayne.   * Parêzer Hakzan Sadak bal kişand ser polîs û eskerên sûcan dikin û ji aliyê darazê ve tên parastin û destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê zêde dibe û hiqûq li hemû herêman wekî hev nayê şixulandin.    * Derket holê ku Fermandarê Cendirmeyan ê Dêrikê yê berê Serdar Batûr, tevî hin cerdevanan çeteyek ava kiriye û bi vê çeteyê re beranberî bertîlê kadroya cerdevantiyê firotiye û mazota qereqolê û kincên eskeran ên aydê qereqolê dizîne.   *  Li zarokên ku hat îdiakirin pisîka Wanê ya di jêrzemîna avahiyekê de dîtin firotine, bi hinceta "dizî" û "firotin an jî stendina amûrên sûcî" cezayê hepsê û cezayê pere hat birîn.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 276’emîn de berdewam bike.    * Danişîna 13'emîn a doza 6 rojnamevanên ku maîlên Berat Albayrak kiribûn nûçe û tên darizandin wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin.    * Danişîna doza rojnamevan Çetîn Kurşun wê li Dadgeha Mêrdînê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 7'emîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * ÎHD û TÎHV bi boneya Hefteya Mafê Mirovan wê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyanî bidin.    * MEBYA-DER'a Şirnexê wê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Cizîrê li dar bixe. (11.00)   * Başak Demîrtaş, Hevserokên HDP'a Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Hevseroka OHD'ê Îlnûr Alcan wê serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan bikin. (13.00-16.00)