Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne 2021-12-09 09:09:00 ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, diyar kir ku Tirkiye li Îmraliyê berpirsiyariya xwe pêk nayne.  Li Tirkiyeyê paralelî krîza siyasî û aborî, li girtîgehan jî binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtî tim sewqî girtîgehine cuda tên kirin û bi ferzkirina lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin. Girtiyên li ber van pêkanîn û ferzkirinan radibin jî tahde li wan tê kirin. Her wiha li girtîgehan pirsgirêkên di warê xwarin, av û paqijiyê de jî didomin. Girtiyên nexweş ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe nayên berdan. Ji van binpêkirinên mafan ên herî giran jî li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê rû didin. Ji 25'ê Adarê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê stendin.    GILÎ   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand. Dîlsîz, bilêv kir ku li girtîgeha bajêr jî gelek binpêkirinên mafan rû didin û heya niha 3 caran serdana girtîgehê kirine û raporên ku amade kirine jî van binpêkirinên mafan didin der. Dîlsîz, destnîşan kir ku li girtîgehê şert û mercên bajêr pir xirab in, av xweşikî nayê dayîn, xwarin nebaş in û ferzkirina lêgerîna tazî heye. Dîlsîz, da zanîn ku ji ber van binpêkirinên mafan gilî kirine û got: "Mixabin gava kiryarên dosyeyê esker, karmend û polîs bin, helwesta darazê li teref parastina wan e. Ji dêvla ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê qanûnan sererast bikin, radibin wekî 'serhildanê' didin der. Ji ber vê girtî careke din tên mexdûrkirin."    ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ Û RÊGEZA WEKHEVIYÊ   Dîlsîz, bal kişand ser şewitandina înfazên girtiyan jî û ji bo Desteyên Îdare û Çavdêriyê jî got wekî "amûreke tepisandinê" tên bikaranîn. Dîlsîz, got: "Ger hûn di qawîşên kesên serbixwe û bêalî de bin, hûn nikarin sûdê ji nahmeta berdana bişert bigirin." Dîlsîz, destnîşan kir ku ev yek dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e û got: "Astengkirina neberdana hikumxwaran dijî hiqûqê ye."    BÊHIQÛQÎTIYA LI ÎMRALIYÊ   Dîlsîz, tecrîda li Îmraliyê jî nirxand. Dîlsîz, bilêv kir rewşa li girtîgehan divê ne li gor sûcan, li gor rêgezên hiqûqî yên navneteweyî bê nirxandin. Dîlsîz got: "Em baş dizanin şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqa neteweyî û ne jî li gor pîvanên hiqûqê yên navneteweyî ye. Di hemû serlêdanên têkildarî vê de dewletê berpirsiyariya xwe bi cî neanî. Şert û mercên tecrîdê yên Ocalan ji hêla hiqûqa neteweyî û navneteweyî ve hatine tescîlkirin. Em vê wekî ecêbiyek hiqûqê dinirxînin."    Dîlsîz, destnîşan kir ku divê binpêkirinên li Îmraliyê ji holê bên rakirin û got: "Hins erlêdan hatin kirin. Lê eynî wekî biryara derbarê Demîrtaş û Kavala de daraz guh li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nake. Biryarên darazê yên têkildarî tecrîdê, li Îmraliyê bi taybetî nayên pêkanîn."    Dîlsîz, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo başkirina şert û mercên li girtîgehan çi ji destê wan bê dê bikin.    MA / Omer Akin