Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî 2021-12-09 09:09:03 WAN - Li zarokên ku pisîka Wanê ya di jêrzemîna avahiyekê de dîtin û ew firotin, bi hinceta "dizî" û "firotin an jî stendina amûrên sûcî" cezayê hepsê û cezayê pere hat birîn.  Serdozgeriya Komarê ya Wanê, piştî giliya xwediyê pisîka Wanê M.Î. derbarê C.Î., E.Î., Î.D. û Y.O. yên temenê wan di navbera 15-17 sakan de bi hinceta "dizî"  û "firotin an jî stendina amûrên sûcî" îdianame amade kir. Dadgeha Zarokan a Wanê jî idianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku zarokê bi navê C.Î. û hevalên wî pisîka ku ketiye jêrzemîna wan birine firotine petshopê û bi vî awayî sûcê "diziyê" kirine.    DOZA PISÎKA TESLÎMÎ XWEDÎ HAT KIRIN   Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku C.Î. û hevalên wî diviyabû pisîka nizanibûne ya kê ye radestî xwediyê wê bikin, lê çûne bi 200 lîreyî firotine petshopekê. Di îdianameyê de îfadeya xwediyê petshopê ku pisîkê radestî polîsan kiriye, jî cih girtiye.    Polîsan jî pisîkê xwediyê petshopê radestî wan kiriye, dane xwediyê wê.   Di îdianameyê de rapora Midûriyeta Tiba Edlî ya Wanê jî hatiye bicihkirin. Di raporê de hatiye îdiakirin ku zarok bîr birine ku ya dikin sûc û dizî ye û hatiye xwestin ku zarok bên cezakirin.    ‘MIN EW DI JÊRZEMÎNÊ DE DÎT'   C.Î. jî di îfadeya xwe de ragihandiye ku yê gilî kiriye xizmê wî ye û her sê zarokên din ên tên sûcdarkirin jî hevalên wî yê taxê ne. C.Î., di îfadeya xwe de diyar kiriye ku pisîka hevalê wî Y.O. jî winda bûye û gava di jêrzemîna avahiyê de pisîkek dîtiye gotiye belkî ya hevalê wî be û çûye daye Y.O.   Y.O. jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku pisîkên Wanê xwedî dike û ji hevalên xwe re gotiye pisîka wî winda bûye û wê kêliyê hevalê wî jêre gotiye di jêrzemîna avahiya xaniyê wan de pisîkek dîtiye û çûye pisîkî bê 200 lîreyî firotiye petshopê.    CEZA   Piştî îdianame hat qebûlkirin danişîna ewil di 13'ê Adara 2021'ê de hat lidarxistin. Dadgeha Zarokan, di danişîna biryarê de salek cezayê hepsê li C.Î. birî û paşê cezayê wî daxist 6 meh û 20 rojan. Dadgehê li Î.D. jî 320 TL ceza birî û li E.Î. û Y.O. jî 2 meh û 15 roj ceza û 20 TL cezayê edlî bir.    'DIJÎ HIQÛQ Û WIJDANÊ YE'   Parêzerê zarokan Necdet Ceyhan, anî ziman ku biryara dadgehê ne biryareke hiqûqî ye. Ceyhan, destnîşan kir ku li gor biryarên dadgeha bilind û dadgeha herêmî gava zirar kes bê dayîn ceza ji holê tê rakirin û got: "Ji ber ku pisîk radestî xwedî hatiye kirin diviyabû muwekîlên me beraet bikirana. Lê biryara dadgehê dijî wijdan û hiqûqê ye. Dê ev ceza di warê pêşerojê û bendewariyên ji bo pêşerojê de bibe cihê travmayekê. Ev darizandin, darizandineke dijî hiqûqê ye. Em ê îtiraz bikin."    MA / Adnan Bîlen