Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin 2021-12-09 10:43:00   WAN - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, berdana 5 girtiyan bi angaşta ku ne (bihalê baş) in hat taloqkirin.   Faîk Taştan, Îzzet Kina, Şahîn Oncu, Hakan Bîlekçî û Kemal Kahraman ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên girtin, rexmî ku înfazên wan temam bûne jî ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê ve berdana wan hat taloqkirin. Lijneya berdana Faîk Taştan du caran taloq kir. Hat hînbûn ku Lijneyê pirsên mîna "Tu derbarê rêxistinê de çi difikirî? Poşmanî?" pirsîne.    FERZKIRINA QAWIŞA SERBIXYAN   Berdana Îzzet Kina ku di sala 2017'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn jî bi hinceta ku "tevlî greva birçîbûnê bûye" û "neçûye qawişa serbixweyan" hat taloqkirin.    Berdana Şahîn Oncu, Hakan Bîlekçî û Kemal Kahraman jî bi hinceta cezayên wan ên hucreyê ne (bihalê baş) in hat taloqkirin.