Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê 2021-12-09 11:04:23   STENBOL – Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay destnîşan kir ku ew bi rayedarên CPT’yê re tecrîd û bandora wê ya li Îmraliyê diaxivin û got: “Divê CPT rewşa Îmraliyêli ber çavan bigire û bi awayek lezgîn gav biavêje û biçe gravê.”   Siyasetmedarên kurd û dostên xwe yên li Ewropayê ji bo li ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin ketin tevgerê. Siyasetmedarên kurd ên k udi 7’ê li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) nobed girtin û bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin û rapora derbarê tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amae kiribûn radestî rayedaran kirin. Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay ku di hevdîtina bi CPT’yê re hebû ji ajansa me re axivî.    HEVDÎTINA BI CPT’YÊ RE    Yagizay derbarê hevdîtina bi rayedarên CPT’yê re axivî û got ji ber şertên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hevdîtinek li ser pêya pêk anîne. Yagizay diyar kir ku daxwaza hevdîtinê ji aliyê siyasetmedarên li Ewropayê ne re hatiye kirin û got: “Di 6’ê meha kanûnê de serlêdan hat kirin. Demildest hat qebûlkirin. Di 7’ê mehê de jî hevdîtin pêk hat. Rayedarên CPT’yê gotin ew ê hevdîtinek fermî nekin, lê belê wê dosyeya ku hatiye amadekirin wê dikaribin teslîm bigirin. Me jî dosyeyê amde kir û ji bo em pêşkêş bikin çûn wir. Hevdîtinek resmî bû, lê belê bi qasî nîv saetî hevdîtinek pêk hat.”    PÊŞNIYAZA SERDANA ÎMRALIYÊ    Yagizay destnîşan kir ku hevdîtin di asta payebilind de pêk hat û wiha got: “Me bi cîgirê sekteretê giştî yê CPT’yê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de diyar kirin ku ew rewşa Îmraliyê li ber çavan digirin û li ser mijarê bi awayekî aktîf dixebitin û raporên ku berê amade kirine dişopînin. Her wiha me diyar kir ku hêviyên gelê kurd hene, ev 9 meh in ti agahî ji Îmraliyê nayê û ji ber van sedeman gel di nava fikarên giran de ye. Me diyar kir ku tenê ew dikarin vê rewşê ji holê rakin. Me daxwaz kir ku ev rewş bi daxwaza malbat û parêzeran bi encam bibe, eger nebe me ji CPT xwest ku bi xwe biçe Îmraliyê û derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.”    'DIVÊ CPT GAVAN BIAVÊJE’    Yagizay derbarê naveroka dosyaya ku radestî CPT'yê kirin de jî agahî da û wiha got: "Me bi taybetî di dosyayê de behsa derhiqûqiya li Îmraliyê kir. Ji bo ku bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk neyê cezayê dîsîplînê yê nû hatiye birîn. Ev hincet in ji bo pêşî li hevdîtinên parêzeran û malbatan bidin girtin. Ji xwe Îmralî gravek e û 22 sal in tecrîd li wir heye. Ev rewş nayê qebûlkirin. Yanî rewşek wisa nîne ku ji aliyê wijdanê tu sazî û dezgehên navneteweyî ve were qebûlkirin. Ji ber vê jî agahî û daxwazên bi vî rengî dîsa hêviyên gel, rewşa Îmraliyê û bandora wê ya li ser siyaseta Tirkiyeyê, bandora tecrîdê ya li ser aştî û şer, çawa Tirkiyeyê li ser esasê rojeva xwe ya siyasî ev rewş xistiye meriyetê me ji wan re ragihand. Niha divê CPT ji bo vê rewşê gavekî lezgîn bavêje û biçe Îmraliyê.”   MA / Ferhat Çelîk