Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin 2021-12-09 11:25:27 ENQERE – Rêveberê HDP’a Enqereyê Huseyîn Gokoglu yê li mala xwe hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin got li şûna nexweşxaneyê wî birine qereqolê û tundî lê hatiye kirin.    Rêveberê Rêxistina HDP’a Bajêr a Enqereyê Huseyîn Gokoglu di 5’ê kanûnê de tevî ku derbarê wî de biryara binçavkirinê nebû jî ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan îşkence û muameleya xerab lê kiribû û piştî binçavkirinê biryara girtina wî hatiye derxistin. Gokoglu derbarê muameleya xerab a lê hatiye kirin diyar kir ku polîsan wî ji paş ve kelemçe kiriye, îşkence û xerabiyê lê kirine. Gokoglu da zanîn ku tevî biryara binçavkirinê nebûye jî polîs li mala wî lêgerîn pêk anîne û wî binçav kirine û polîsan her li wî daye û tahdeyek mezin lê kirine. Gokoglu da zanîn ku ji ber ew li dijî îşkenceya lê hatiye kirin rabûye, polîsan gaza îsotê reşandine ser wî. Gokoglu anî ziman ku li şûna polîs wî bibin nexweşxaneyê wî birine qereqolê û li vir jî îşkence lê kirine.    Gokoglu destnîşan kir ku ew ê li dijî îşkence û muameleya xerab ku lê hatiye kirin serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye û bi wê rapora lêdanê ku ji nexweşxaneyê wergirtiye wê biçe dozgeriyê û derbarê polîsan de gilî bike.