Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin 2021-12-09 11:48:33   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku gardiyanan bi ser qawişa girtî Aydin Akiş ku ji Bolûyê sirgûnî Girtîgeha Bûca Kiriklarê ya Îzmîrê hatiye kirin de girtine û dest danîne ser betanî, kinc û amûrên wî yên taybet.    Hat diyarkirin ku girtî Aydin Akiş ê beriya mehekê ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Bûca Kiriklarê ya Îzmîrê hatibû kirin, betanî, kinc û amûrên wî yên taybet nadinê. Endama Komeleya Piştgirî Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) Leyla Kaygisiz, di 6'ê kanûnê de têkildarî mijarê bi Akiş re hevdîtin kir. Akiş, ragihand ku rêveberiya girtîgehê betanî, kinc û amûrên wî yên taybet nadê.    BANGA HESTIYARIYÊ   Akiş, ji Kaygisiz re ev tişt ragihandin: "Meheke betaniyeke ku ez bavêjime ser xwe nadine min. Dema sedema wê dipirsim jî dibêjin, 'em ê bidin'. Lê hê jî nedane. Di sermayê de radikevim. Hefteya borî jî rêveberiya girtîgehê bi awayekî bi ser qawişa min û 3 hevalê min de girt û semawerê me desteser kir. Naxwazin em çayê jî vexwin. Li Kiriklarê îşkence û mehmeleya xerab gelek e. Qamere li odeyan bi cih kirine. Ev jî li ser me zexta derûnî çêdike. Ji bo ku girtiyên siyasî hev nebînin saetên revîrê guhertine. Ji bo ev zext bi dawî bibin banga hestiyariyê li raya giştî dikim."