Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da 2021-12-09 13:01:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê dijwar ê li herêma Zapê derket de herî kêm 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 7 leşker jî birîndar bûn.    Li herêma Zapê ya di navbera Herêma Kurdistanê û navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera leşkerên tirk û HPG'iyan de şerekî dijwar derket. Di şer de Çawişê Pispor Alî Sari, Çawişê Pispor Emre Ceylan û Çawişê Pispor Doganay Çelîk jiyana xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn. Tê gotin ku dibe hejmara wndahiyên leşkeran zêde bibe.    Wezareta Parastina Neteweyî (MSB), têkildarî mijarê hê daxuyaniyek nedaye. Lê hin parlamenterên AKP'ê li ser hesabên xwe yên medya sanal ji malbatên leşkeran re sersaxî xwestin.