Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît! 2021-12-09 14:18:14   RIHA - Dozger cara sêyemîn kujerên Malbata Şenyaşar teşhîs nekir. Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek bertek nîşanî nedîtina kujer da.    Dozgeriya Rihayê cara sêyemîn ji bo teşhîskirina kujeran Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar vexwend teşhîsê. Malbata Şenyaşar ji bo teşhîsa kujeran duh çû Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek jî li gel malbatê bû. Di girteka karûbarên teşhîsê de wiha balê dikişîne ser xwe: “Ji bo ronîkirina bûyera kuştinên bi qestî û birîndarkirinên kiryar nediyar ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya navçeya Pirsûsê pêk hatin.”    MALBATÊ TEŞHÎS NEKIR    Malbata Şenyaşar di îfadeya derbarê teşhîsê de da, bi bîr xistin ku wan di dîrokên cuda de 2 caran karûbarê teşhîsê kirin e. Malbatê diyar kir ku teşhîsa ew dikin jî ji bo darizandina li Meletiyê nabe mijara darizandinê û got: “Piştî 3 sal û 5 mehan dîsa teşhîsek dubare were kirin wê tiştekî li pêvajoyê dabîn neke û teşhîsa tê xwestin bi niyetek xerab tê kirin. Dayê naxwaze li heman dîmenê wê hovîtiyê temaşe bike û heman êş li ber çavê wê taze bibe. Lewma em naxwazin li dîmenek nû temaşe bikin û teşhîsê bikin.”    BERTEK NÎŞANÎ TABÎRA ‘KIRYAR NEDIYAR’ DA    Em derbarê mijarê de bi parêzer Hîdayet Enmek re axivîn û bertek nîşanî daxwaa teşhîsek ji nû ve da û wiha got: “Em jî beşdarî danişînê berê bûn. Malbatê di nava êşek mezin de teşhîsê kir. Piştî teşhîsa hat kirin jî lê tesîrê li ser doza li Meletiyê nekir. Li dosyeyê bar nekirin. Niha dîsa tê xwestin ku teşhîsê bikin. Me got teşhîsa niha tê kirin bi niyetek xerab tê kirin û me girteka vê girt.”   Enmek bal kişand ser wê yekê ku dozgeriyê di fermana ku ji miduriyeta polîsan re şandiye de gotiye “kiryar nediyar” û wiha got: “3 sal û 5 meh berê qetliyam pêk hatiye lê biryara veşarî li serê heye. Tabîra ‘kiryar nediyar’ adeta li ser dosyeyê zextê dike. Dozger li şûna ku lêpirsînek bi bandor birêve bibe, kirina karûbarên bi vî awayî dixwaze bêje ku teqîba dosyeyê ‘dewam dikin’. Delîlên ku sê sal û nîv in nehatine berhevkirin hene. Armanca dozgeriyê ne derxistina kiryaran e.”