Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye 2021-12-09 15:10:41 ENQERE - Li gorî rapora binpêkirinên mafan a ÎHD’ê û TÎHV’ê di 11 mehên dawî de 915 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), bi minasebeta 10-17 Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan rapora bi sernavê “Binpêkirina Mafê Mirovan a Sala 2021’an li Tirkiyê” eşkere kir. Ji bo vê raporê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Rêveberê TÎHV’ê Nîhat Bulut beşdarî daxuyaniyê bûn.    TECRÎD HEYE    Turkdogan di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku di sala 2021’an de gelek binpêkirinên mafan qewimî ne û got: “Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û li gelek girtîgehan tecrîd û zext hene û mafên girtiyan tên binpêkirin.” Turkdogan da zanîn k udi 11 mehan de 9 kes bi îdiaya li hişyariya polîsa û leşkeran a “raweste” guhdar nekirine jiyana xwe ji dest dane û maşîneyên zirxî 4 jê zarok li 6 kesan hatiye qelibandin û jiyana xwe ji dest dane. Turkodgan da zanîn ku di 11 mehan de li girtîgehan ji ber nexweşîn, întîhar, tundî û hêcetên cuda 22 kesan jiyana xwe ji dest daye. Turkdogan her wiha got di van 11 mehên sala 2021’an de herî kêm 290 jin hatine kuştin.    DI ŞER DE    Turkdogan anî ziman ku di sala 2021’an de li cihên cuda di operasyonên hatine li darxistin de li Başûrê Kurdistanê 50 leşker û cerdevan hatine kuştin û 4 sivîl û 177 milîtanan jiyana xwe ji dest daye û bi giştî 231 kesan jiyana xwe ji dest dane.    915 KESAN SERLÊDANA ÎŞKENCEYÊ KIRIYE    Di berdewamiya raporê de hat destnîşankirin ku di 11 mehên salê de 915 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û van kesan serî li TÎHV’ê dane û li gorî daneyên ÎHD’ê jî 415 kes li cihê binçavkirinê bi îşkencekirinê re rûbirû mane û di encama mudaxileya li dijî çalakî û daxuyaniyên demokratîk û aştiyane de jî 3 hezar û 671 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.