Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin 2021-12-09 15:39:03   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ev bersiv da gotinên Erdogan ku duh gotibû, 'Nikarin mitîng bikin': "Bila bê Botanê, em di heman rojê de em mitîng bikin ku bibîne."    Yekemîn Kongreya Asayî ya MEBYA-DER'a Şirnexê li avahiya HDP'ê ya Nnavçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevserokê MEBYA-DER'a Amedê Şeyhmûs Karadag, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP'ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tevlî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên “Bi xeyalên cangorîyan em xwe bi rêxistin dikin” û “Hûn bi xêr hatin kongreya asayî ya yekemin!” hatin daleqandin.    ÇARESERKIRINA QRÎZAN   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku MEBYA-DER dergûşa Kurdistan û dayikên dilbirîn e û wiha got: "Têkoşîna gelê kurd a ji bo statuyê her ku diçe mezin dibe. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê jî di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Em ji Erodgan re qaqibû dikin. Bila bê Botanê, em bi hev re di heman roj û saetê de mitîng li dar bixin ku bibîne. Vaye qad."   HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN   Piştî axaftinê ji bo hevserokatiya komeleyê hilbijartin pêk hat û Serhat kuçuk û Mevlude Gungen hatin hilbijartin.    Kongre bi dûrişmeyên “Şehît namirin”, “Bê serok jîyan nabe” û “Jin jîyan azadî” bi dawî bû.