Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe 2021-12-09 16:11:01   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş peyama piştgiriyê ji bo Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş şand û got: “Wê êdî ev zilm dirêj dom neke. Em ê zemîna aştiyê ava bikin.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan ji bo werinberdan li Baroya Amedê di roja 24’emîn de Nobeda Edaletê berdewam kirin. Îro hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, Serokê Baroya Rihayê Nahît Eren, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Acar serdana malbatan kirin.    'EM Ê PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN’    Başak Demîrtaş di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê piştevaniya bo malbatên girtiyên mezintir bikin.    Fevziye Kolakan a xizmê girtî diyar kir ku ew vê çalakiyê ji bo tevahiya girtiyên nexweş li didomînin û heta ku edaletek birûmet were û girtiyên nexweş werin berdan dê çalakiya xwe bidomînin û xwest zilma li ser girtiyan bi dawî bibe.    Pişt re nameya piştgiriyê ya ku Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo malbatan bi kurdî û tirkî şandibû hat xwendin. Nameya bi tirkî hevjîna wî Başak Demîrtaş û nameya bi kurdî jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan xwend.    Nameya Demîrtaş wiha ye: Dayikên qedirbilind, malbatên birûmet ên rêhevalên me yên zindanî,   “Bi germahî û kûrahiya nava dil we silav dikim û têm destê dayikên xwe. Sekn û serbilindiya we ya li hember zext û zordariyê, ya li hember tundî û tûjiyê silav dikim.    LI TU DEVERÊ MÎNAKA VÊ DIJMINIYÊ TUNE YE   Ji ber zext û zordariya serdestan ku ne sînor jê re heye ne jî exlaq, her roj bêhiqûqiyên nû li ser hevalên me yên zindanî ku tu carî serî li zilmê netewandine tên ferzkirin. Nexasim miameleyên dermirovî li girtiyên nexweş tên ferz kirin. Bi wan miameleyên ku êdî sînorên hiqûqa dijminahiyê jî derbas kiriye, hevalên me yên bi nexweşiyên giran û li ber mirinê ji hêla sîyasî ve yeko yeko tên qetilkirin. Herwiha bi hincetên pûç û vala yên wek qanûna nû ya înfazê, azadiya hevalên me yên ku cezayê xwe qedandine tê astengkirin. Ango azadiya zindaniyên ku ev 30 sal e di hepsê de ne li wan dikin minet. Li tu dera dinyayê û di tu zagonên înfazê yên cezayê de mînaka vê qerezê û vê dijminiyê tune. Ev di qada hiqûqa navneteweyî de jî binpêkirin û sûcekî giran e di warê mafê mirovan de.    Dixwazim careke din û bi taybetî bînim ziman ku li cem me şewata hemû dilan û hêsirên hemû çavan ên dayikên ku di oxira zarokên xwe de dirijînin yek in û biqîmet in. Yê dubendî û cûdahiyê dixe nava dayikan jî AKP bi xwe ye û yê ku hêvî û bendewariyên dayikan dike amûra berjewendiyên xwe yên sîyasî jî AKP bi xwe ye. Hêvî û bendewariyên wan ku rojek berî rojê dixwazin bigihêjin zarokên xwe.    Tevî ku daxwaza malbatên li ber avahiya HDP li meclîsê bi hêsanî dikare bê çareserkirin yê ku ji ber berjewendiyên xwe yên erzan ên sîyasî berê wan dide avahiya HDP dîsa AKP bi xwe ye. Bes ji bo ku vê li ser HDP bike amûra propagandayeke kirêt yê ku malbatan îstîsmar dike AKP bi xwe ye.    Çi malbatên zindaniyan çi Dayikên Kitanspî çi jî malbatên li ber avahiya HDP divê zanibin ku yê rê li çareseriya van pirsgirêkan digire AKP bi xwe ye. Ji ber azweriya jiyaneke zêrûzîvîn wek a paşayan û çavsoriya meqam û payeyan a desthilatdariyê, bi mîlyonan însan di bin nîrê zext û zordariyê de dinale, difetise, tahdeyê dibîne û neçarî xizaniyê bûye. Tu dilê vê îqtîdarê tune pirsgirêkeke herî biçûk jî çareser bike. Divê ev baş bê zanîn û li gor vê gav bên avêtin. Jêderka pirsgirêkên li hepsê û zordariya li derve yek e.   Heta ev desthilatdarî di sindoqê de têk neçe, safîbûna pirsgirêkên heyî li hêlekê, pirsgirêk her biçe wê zêdetir bibin û bibin gerînek. Lewma divê tu kes ber bayê bendewariya AKP nekeve, pê nexape û tiştekî jê nexwaze. Hêza çareseriyê jî navnîşana çareseriyê jî em in; vîna me û hêza me ya rêxistinî ye.    EM BI XWE HÊZ IN    HDP êdî hêza avakir a pêşerojê û alternatîfa rêveberiyê ye. Her wekî sala 1923an di sala 2013an de ango di salvegera 100an a komarê de jî emê bi rola xwe ya eslî û jinûveavakir rabin.  Lê vê carê emê amade, bi rêxistinî û bi pêşbîn bin. Gelê Kurd ku avakirê eslî yê Tirkiyê ye, tevî pişaftin, zext, zordarî û tunehesibandina salan li ser piya maye û îro bi hemû taybet û heybeta xwe di qada sîyasetê de ye. Kurdan, wek gelek caran vê carê jî jidilî û rasteqîniya xwe bi Helwestnameya HDP diyar kirin ku dixwazin bi civaka Tirkiyê re di nava hev de lê wekhev, bi aştî û aramî bijîn. Lê desthilatdar bi lezdana girtina HDP û bi operasyonên nû bersiv da vê helwestnameyê. Lewma jî AKP ji bo me ne hêza çareseriyê lê hêza zext û zordariyê ye.    EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATΠ   Dayikên qîmetdar û malbatên rûmetdar bila bawer bikin ku ev zext û zordarî êdî wê dûvdirêj nebe. Wek zarokên xelkê xwe yê kedkar û xizan, di zindanan de emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Emê bi destên xwe û bi têkoşînê rê li ber demokrasî û aştiyê vekin. Emê bikin ku hemû dayik bigihêjin zarokên xwe, çi dayikên zarokên wan li çiya, çi dayikên zarokên wan zindanî çi jî dayikên zarokên wan li leşkeriyê ne. Emê aştiyê bînin vî welatî, ne kesek an jî hêzeke din. Em bi îradeya gelê xwe bawer û bi xwe ewle ne. Emê teqez bi ser bikevin.    BANGA JI BO MUXALEFETÊ   Bi vê minasebetê banga min li hemû partiyên muhalif ew e ku serê xwe bi rewşa girtiyên nexweş re bêşînin, bi meseleya girtiyên înfaza xwe qedandî lê nayên berdan re eleqadar bibin û demildest bixin rojeva xwe. Divê rojeva ewil a meclîsa nû ku wê piştî hilbijartinê ava bibe ev be û bi verastkirineke qanunî ev neheqî û derhiqûqî demildest bê çareserkirin. Emê jî vê mijarê hem bişopînin hem jî ji bo pêkanîna wê tê bikoşin. Divê neyê jibîr kirin ku sala 2014an tevî ku AKP bi awayekî aşkere soz dabû, girtiyekî tenê jî berneda. Tew di vê pêvajoya zilmê de bendewariya ji AKP saxikî ye. Ji ber vê, yekane rê ji me re têkoşîn e ku vîna gel veguherîne hêza çareseriyê û bigihîne îqtîdarê. Em sekna van malbatên xwe jî bi vî hawî dinirxînin û qedireke mezin didinê.    Em ê ji aliyekî ve li hember zilmê li ber xwe bidin ji aliyê din ve hêviya xwe xurttir bikin. Qet nehêlin reşbînî bi semta we bikeve. Em ji her carê xurttir, mezintir û bi qeys û qerar in. Bila dilê we rihet, bêhna we fireh be. Emê bi ser bikevin, emê teqez biser bikevin.     Dayikên qedirbilind, wek lawekî we, careke din têm destê we, bi hezkirin û hûrmetdarî we hemûyan silav dikim. Bi hêviya hevdîtina di rojên azad de…    Selahattin Demirtaş Girtîgeha Edirneyê.”   BANG   Pişt re Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş axivî û peyama dayikan ji bo her kesî heye ku piştevaniya nobeda wan edaletê bikin.    'BERXWEDANA ME WÊ BIDOME’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û destnîşan kir ku wê têkilarî daxwazên malbatan de berxwedana xwe bidomînin û her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û niha rewşa Mehemt Emîn Ozkan giran e û bi koronayê ketiye û ew naxwazin girtî bimirin.