Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne 2021-12-10 09:14:06 ÎDIR - Şaredariya Îdirê ya di bin banê qeyûm de, bi armanca "xurtkirina bîra yekîtiya neteweyî" biryar stend ku bi 70 hezar û 800 TL'yî dîreka alayê li baxçeyê midûriyeta polîsan biçikîne.  Qeyûmê Şaredariya Îdirê Engîn Sariîbrahîm, biryar stend ku dîrekekî alayê yê 30 metreyî li baxçeyê Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Îdirê biçikîne. Qeyûm Sariîbrahîm di biryara xwe de gotiye ew ji bo "xurtkirina bîra yekîtiya neteweyî" dê vê dîrekê biçikînin."    DÊ 70 HEZAR TL'YÎ BIDE   Di biryarê de hat diyarkirin ku dê 70 hezar û 800 TL ji bo vî dîregî bê xerckirin. Her wiha biryar da ku ev pere derbasî hesabê "Komeleya Jiyandin û Xurtkirina Aramî û Ewlehiya Gelê Îdirê" bê kirin.    PIRSGIRÊKIÊN BAJÊR   Berdevkê Koma Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê Mûsa Etrecî, bertek nîşan da. Etrecî, bilêv kir ku pereyê ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkine din bên veqetandin ji bo tiştên bi vî rengî tên xerckirin û got: "Bajar bûye wek kuna xiltan, lê qeyûmê tu tiştî nake radibe tiştên wiha dike. Ne ketine tera ku pereyê şaredariyê ji bo gel xerc bikin, ketine etra ku ji bo tiştên wiha xerc bikin. Dîregê ku dê çêbike jî disipêre qanûna 18'an a Şaredariyê. Ev qanûn ji bo kar û barên wekî konser û mihricanan e. Behsa dîregê alayê nake. Li vir emclîs tune, kes hesab napirse. Dilê wan çawa bixwaze wisa dikin. Nizanim çikandina dîregegî alayê dê çi qasî moral û bîra gel xurt bike."    Qeyûm Engîn, berê jî mesrefê dîwarê 87 hezar metrekare yê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji qaseya şaredariyê dabû.