Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin 2021-12-10 09:14:40   RIHA - Girtiyê nexweş Emîn Guler ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê de ye û ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    Girtiyê nexweş EmînGuler (30) ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye, her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Guler ku dest û pêyên wî pûç in nikare bi tena serê xwe kar û barê xw ebike. Ji sedî 94 nrapora astengdariyê ya Guler heye, lê 5 sal in girtiye. Ne tê tedawîkirin ne jî tê berdan.    Guler di 16'ê Kanûna 2016'an de li Rihayê hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. 9 sal ceza li Guler hatiye birîn. Dadgeha Bilind di 8'ê Mijdara 2018'an de cezayê hatibû birîn erê kir. Lê ji dozeke din jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" 3 sak ceza jî hat birîn. Di 7'ê Cotmehê de hatibû ragihandin ku 80 gardiyanên robokop avêtine ser qwîşan û li girtiyan xistine. Ji girtiyên hatin derbkirin yek jê jî Emîn Guler bû.    Bira Ahmet Guler, diyar kir ku birayê wî nikare di şertên girtîgehê de bijî û xwest rojek berî rojekê bê berdan.    Guler, diyar kir ku birayê wî berî bê girtin demeke dirêj tedawî dibû. Gulerî da zanîn ku gava tedawiya birayê wî didomiya di sala 2016'an de hatiye binçavkirin û 12 sal ceza lê hatiye birîn. Guler, destnîşan kir ku ji sedî 94 rapora astengdariyê ya birayê wî heye û nikare bi tena serê xw ebijî û got: "Em dixwazin birayê min bê berdan Bi tena serê xw enikare tiştekî jî bike. Girtina wî bêedaletî ye."    'NAYÊ TEDAWÎKIRIN'   Guler, got: "Dest û pêyên birayên min pûç in. Serê wî tim diêşe, qirika wî dişewite. Diviyabû di warê fizîkê de bihata tedawîkirin, lê nayê tedawîkirin. Em dixwazin birayê me bê berdan."    Guler, bilêv kir ku 2 roja berê çûne cem wî û birayê wî ev tişt ragihandine: "Xwarinê hindikî didin. Tim davêjin ser qawîşên me. Gardiyan heqaretê li gardiyanan dikin."    MA / Mujdat Can