Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin 2021-12-10 13:15:18   STENBOL - Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayekî biguman jiyana ji dest da, ji bo bişînin bajarê wê Mêrdînê, anîn balafirgehê.    Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê bi awayekî biguman jiyana ji dest da, ji bo bişînin bajarê wê Mêrdînê, anîn Balafirgeha Stenbolê. Jinan cenazeyê Gezer ji morga nexweşxaneyê wergirtin û bi konvoyê anîn balafirgehê.    Cenazeyê Gezer wê bi balafira kargoyê saet di 15.15’an de wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin.