Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn! 2021-12-10 13:44:08   ENQERE - Rojnamegerên ku xwestin danişîna Doza Kobanê ya siyasetmedar û parêzer tevlî nebûn bi şopînin, bi şertê qumpîtur û telefonanên xwe deynin derbasî eywana danişînê kirin.    Piştî 6 sal ji ber bûyerên dema Serjildana Kobanê ya sala 2014'an de ku li dijî êrişên DAIŞ'ê yên ser Kobanê hatibûn kirin, hevserokên giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî derbarê 108 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. 7'emîn danişîna dozê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Bi hinceta ku qertên wan ên çapameniyê tune ye, polisan xwest rojnamegeran negirin eywana danişînê, lê piştre bi şertê ku qumpîtur û telefonanên xwe deynin wan derbasî eywana danişînê kirin.    Danişîna ku diviya saet di 09.00'an de dest pê kirina ji ber dereng hatine heyeta dadgehê 2 saet û nîv dereng dest pê kir. Siyasetmedar û parêzerên xwe tevlî danişînê nebûn, lê polis û leşker eywanê têje kirin. Careke din daxwazên siyasetmedar û parêzerên wan ên ji bo vedora danişînê nehatin qebûlkirin. Heyeta dadgehê rexmî ku 2 saet û nîv deremg ma jî 3 saet nav ber da danişînê. Polisan bertek saetên navberê da û di nav xwe de gotin ku ewqas sekinîne qe nebe bila navber saetek bûna.