Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye 2021-12-10 13:48:36   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede diyar kir ku pêvajoya ku Garîbe Gezer li girtîgehê ber bi mirinê ve biriye, kurteya qewimandina binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye.    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede ku ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsiyar e li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyanî da çapemeniyê.    Dede di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mirina biguman a Garîbe Gezer. Dede destnîşan kir ku di arefeya hefteya mafê mirovan de Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Duh bi şev me nûçeyek xemgîn wergirt. Hevala me Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da. Pêvajoya ku dawî li jiyana Garîbe Gezer hat, wek kurteya binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê ye. Di şer û pevçûnên ku ji aliyê hikumetê ve hat afirandin de, birayê wî yê mezin hat kuştin, birayê wî yê din jî birîndar bû û felc maye. Garîbe Gezer a ji girtîgehê sirgûnî girtîgehê hat kirin, cara dawî birin Girtîgeha Kandirayê. Pêşî lêdan û pişt re jî tecawizî wê kirin. Di telefona dawî ya ku wê bi malbata xwe re kir de em hînî van pêkanînan bûn. Gardiyanan nexistin ber tu lêpirsînê. Cezayê hucreya yek kesî li Garîbe Gezer tê birîn û li wir bi awayek guman dimire. Em ji Garîbe re rehmetê û ji malbata wê re jî sersaxiyê dixwazin."   DI SALA 2021’AN DE BINPÊKRIINA MAFAN DEWAM KIR    Dede anî ziman ku îqtidara AKP’ê ya qanûna bingehîn, peymanên navnetewî û yasayan tune dihesibîne di sala 2021’an de jî bêhiqûqiyên xwe berdewam kir û wiha got: “Nemimkun e meriv binpêkirinên mafê mirovan ên ji aliyê îqtidara AKP’ê ve pêk hatine bi daxuyaniyekê rave bike. Ji ber ku îqtidara Tifaqa Cumhur zimanek cihêkar, zayendperest û nijadperest bikar tîne, di serî de kurd û hemû beşên civakê bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Ev yek rê li ber binpêkirinên mafan vedike û di sala 2021’an de jî bû sedema mirina gelek kesan.”    QETLIYAMA MALBATA DEDEOGULLARI    Dede bal kişand ser êrişa nijadperest a li Konyayê li hemberî malbata Dedeogullari pêk hat û ji malbatekê 7 kes tên kuştin û pişt re jî 12 faîl tên berdan û got: “Gelo berdana van 12 kesan wê çawa were îzahkirin?”    KUŞTINA DENÎZ POYRAZ NEHATIYE LÊKOLÎNKIRIN    Dede bal kişand ser kuştina Denîz Poyraz ku ji aliyê Onur Gencer ve li Îzmîrê pêk hat û got kuştina Denîzê û têkiliyên kujer ên bi derdora wî re bi awayek berfireh nehat lêkolînkirin. Dede got ev êrişa nemerdane jî ji ber polîtîka û zimanê îqtidarê pêk hatiye.    WELAT VEGUHERIYE NAVENDA ÎŞKENCEYÊ    Dede da zanîn ku li gel îşkence û muameleya xerab qedexe ye jî lê di sala 2021’an de sûcê dijî mirovahiyê, îşkence û muameleya xerab mohra xwe li sala 2021’an da û got: “Welat adeta veguherî navenda îşkence û binpêkirina mafê mirovan.”    DI 11 MEHAN DE 310 JIN HATINE KUŞTIN    Dede bal kişand ser kuştina jinan a di sala 2021’an de û got di 11 mehên salê de 310 jin hatine kuştin. Dede her wiha behsa binpêkirinên mafên zarokan jî kir û li dijî zarokan tundî û îstîsmar zêde bûye.    NEYARTIYA LI HEMBER KURDΠ   Dede anî ziman ku neyartiya li hember kurdî û kurdan di sala 2021’an de jî mohra xwe li rojevê da û ji Meclîsê bigire heta girtîgeh û derve li her deverê neyartî, astengî, qedexekirin û êrişên li ser ziman, çand û hunera kurdî berdewam dike. Dede got hêj du roj berê axaftina kurdî ya parlamentera wan Ayşse Surucu li Meclîsê hat astengkirin.    AZADIYA DERBIRÎNÊ    Dede diyar kir ku li Tirkiyê hurmet ji azadiya derbirîn û ramanê re nîne û ji ber esnaf Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji Meral Akşener re got ‘ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin û peyva Kurdistan hêj li Tirkiyê qedexe ye.    ZEXT LI SER ROJNAMEVANAN HEYE    Dede anî ziman ku di sala 2021’an de jî li dijî sazî û dezgehên çapemeniyê û rojnamevanên kurd û muxalîf binpêkirinên mafan berdewam kirin û zextên giran li ser rojnamevanan hene.    DOZA KOBANÊ    Dede anî ziman ku yek ji binpêkirinên mafan jî Doza Kobanê ye û got ev doz komplo ye û tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re nîne û ev doza komployî berdewam dike. Dede got Doza Kobanê têr nedikir, li ser vê rabûn doza girtina partiya wan HDP’ê jî amade kirin û wan di sala 2021’an de pir eşkere dîtiye ku daraz ketiye bin ferman û kontrola îqtidara siyasî.    BINÇAVKIRIN    Dede anî ziman ku parlamentera Omer Farûk Gergerlîoglu hatiye betalkirin, pişt re hatiye binçavkirin û girtin. Dede destnîşan kir ku tenê di 15’ê Sibata îsal de li gorî daxuyaniya wezareta karên navxweyî 718 kes hatine binçavkirin.    BIRYARA KAVALA Û DEMÎRTAŞ    Dede da zanîn ku girtin û binçavkirinên li dijî hiqûqê berdewam dikin û nepêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala her cûre bêhiqûqiyan rave dike û radixe ber çavan. Dede got girtina Hevseroka Leyla Guven û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û cezakirina wan jî neheqiya li Tirkiyê ku tê kirin nîşan dide. Dede got di serdema 27’emîn a Meclîsê de bi giştî hezar û 467 fezleke hatine Meclîsê û niha hezar û 392 fezleke amade ne û ji van fezlekeyan hezar û 41 hebê wî ji bo 56 parlamenterên HDP’ê hatine amadekirin.    GIRTÎGEH    Dede destnîşan kir ku cihê herî zêde ku binpêkirinên mafên mirovan lê diqewimin girtîgeh in û girtî nikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin û her cûre mafên wan tên astengkirin. Dede anî ziman ku li girtîgehan îşkence, muameleya xerab, zext û êrişên li ser girtiyan berdewam kirin û îro jî didomin û girtî ji ber faliyetên xwe bi cezayên dîsîplînê re rûbirû dimînin. Dede da zanîn ku yek ji binpêkirinên mafan ên sereke jî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye û di serî de girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û gelek girtiyên din bi mirinê re rûbirû hatine hiştin û nayên berdan.    ‘ÎMRALI CIHÊ ÇARESERIYÊ YE’    Dede destnîşan kir ku di 5 salên dawî di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, li girtîgehên din û li tevahiya welat tecrîdek girankirî ya ku nehatiye dîtin tê sepandin û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Dede anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ji her cûre pirsgirêkan re dibe bingeh û got: “Cihê çareseriya doza kurdî û pirsgirêkên din Girava Îmraliyê ye. Tecrîdkirina Ocalan û sê girtiyên li cem wî nayê qebûlkirin. Girtîgeha Îmraliyê navnîşana aştî û çareseriyê ye. Bi qasî ku neyê vegotin, îqtidara AKP’ê di sala 2021’an de îmze avêt bin binpêkirinên mafê mirovan. AKP’ê Tirkiye veguherandiye girtîgehê. Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê ku li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin têkoşîna xwe bidomînin.”