Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn 2021-12-10 13:57:05 ENQERE - Komkujiya Garê ya Enqereyê meha xwe ya 74’emîn li pişt xwe hişt. Qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.    Li Gara Enqereyê ku Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê lê pêk hat, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Komkujiyê meha xwe ya 74’emîn li pişt xwe hişt. Xizmên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, kesên di komkujiyê de birîndar bûn û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan saet di 10.04’an de destpê kir.    Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku wê mirovên di 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bi awayên cuda bi bîr bînin û wiha got: “Di salvegera 6’êmîn a komkujiyê de em zilma li me tê kirin û mudaxileya polîsan ji bîr nakin.”   ‘EM NADIN JI BÎR KIRIN’   Coşgûn, bi lêv kir ku wê bi çalakiyên cur bi cur Komkujiya Enqereyê nedin ji bîr kirin û wiha berdewam kir: “10’ê Cotmehê komkujiyeke. Ji bo ku em girîngiya wê bidin nîşandan bajar bi bajar digerin. Em çûn Çanakkaleyê, Meletiyê. Em ê îro jî biçin Stenbolê. Em ê bi hêzên demokrasiyê re werin gelhev. Pêşengeha me ya çivîkan, ya wêneyean heye dîsa em ê bi çalakiyên li eywanan 10’ê Cotmehê bi bîr bînin.”   WÊ 81 BAJARAN BIGERIN   Coşgûn, diyar kir ku wê li her qada diçinê wê têkoşîna xwe bênavber bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê 81 bajaran bigerin û pêvajoya 10’ê Cotmehê bidin jiyîn. Heta ku edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Pergal çi li me bike bila bike wê ev têkoşîn tu caran bi dawî nebe.”   Coşgûn, bi lêv kir ku wê her 10’ê mehê li pêş Gara Enqereyê bibin. Bîranîn, bi berzkirina dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede ji bîr kirin” bi dawî bû.