Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin 2021-12-10 14:22:21   WAN - Baroya Wanê û Komeleya Jinan a Starê, îkenceya ku li Garîbe Gezer hatibû kirin bi bîr xistin û ev daxuyanî dan: "Dozger derbarê îşkence û destdirêjiyê de tu kirarî nekiriye û hevparbûna xwe yas sûc daniye holê."   Baroya Wanê û Komeleya Jinan a Starê, derbarê Garîbe Gezer de ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya baroya Wanê daxuyaniyeke hevpar dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a HDP'ê, Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Meclisa Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Meclisa Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.     Daxuyaniyê de Parêzer Jiyan Ozkaplan axivî û diyar kir ku Gezer jineke mexdûra îşkenceyê ye û wiha got: "Her çiqas xwest ku derbasî qawişên 3 kes bibe jî Rêveberiya Girtîgeha Kandirayê Gezer wê bi zorê kiriye hucreya yekkesî. Rêveberiya girtîgehê Gezerê nêvî tazî bi erdê ve kaş kir û kir odeya bisingir. Li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî Gezer hat kirin û tundiya derûnî lê hat kirin. Garîbe îşkenceya sîstematîk û destdirêjiya li xwe bi nameyekê vegotibû. Dozgerê girtîgehê bêyî ku li benda parêzeran bisekine otopsiyê kiriye û bûye hevparê sûcê hatiye kirin. Heta ku heqîqet derkeve holê û cezayên giran li kujeran bê birîn û edalet cihê xwe bibîne em li vir in û hesab bipirsin."