Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan 2021-12-10 15:21:20   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyanî hatin dayîn û hat destnîşankirin “Ji bo her kesî mafê mirovan.”    Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li gelek navendan têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser mafê mirovan ên bingehîn û bang hat kirin ku li dijî îşkence û muameleya xerab têkoşîn bê kirin.    STENBOL   Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya 10’ê Kanûna Pêşîn Roja Mafê Mirovan de li Meydana Sultan Ahmet daxuyanî dan û pankarta “Ji bo her kesî mafê mirovan” hat vekirin û dovîza “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat hildan.    Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî û Nûnera TÎHV’ê ya Stenbolê Umît Efe di daxuyaniyê de axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin zilma li girtîgehan û îşkence bi dawî bibe û girtiyên nexweş werin berdan.    AMED   Li Amedê jî Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Baroya Amedê û rêxistinên sivîl ên din bi boneya rojê li Parka Koşuyoluyê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê.    RIHA   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û ÎHD’a Rihayê jî li Meydana Topçu daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hatgotin bi awayek cidî mafê mirovan tê binpêkirin.    SEMSÛR   Li Semsûrê jî Şaxa ÎHD’ê bi wesîleya rojê li Parka Demokrasiyê daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’a Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî.    Baroya Êlihê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da.    ÎZMÎR   Rêxistinên mafê mirovan û sivîl ên li Îzmîrê jî bi minasebeta rojê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî li Alsancaka Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên mafan ên diqewimin.    EDENE   Baroya Edeneyê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber avahiya xwe daxuyanî da û li vir jî hat destnîşankirin ku mafê mirovan li Tirkiyê tê binpêkirin.    Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi rasthatina rojê li Parka Înonuyê daxuyanî da û li vir jî di daxuyaniyê de bal kişandin ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û îşkenceya tê kirin.    HATAY   Şaxa ÎHD’êya Îskenderûnê jî li Bazara Bît a kevn daxuyanî da û destnîşan kir ku Tirkiye berpirsiyariya xwe ya di pyemanên navnetewî de bicih nayen.    MÊRSÎN   Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ji bo binpêkirinên mafan biqedin demokrasî li pêş bikeve.  Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re name hat şandin.