Li Amedê tecrîd hat protestokirin 2021-12-10 15:46:06   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezroyê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Hezroya Amedê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê HDP’ê yê Navçeyê Hamdullah Bakici daxuyanî xwend.    ‘ÎMRALI MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE'    Bakici diyar kir ku tecrîdek ku nimûneya wê di dîrokê de nîne li ser Ocalan tê ferzkirin û di qonaxa îro de ev tecrîd li ser tevahiya civakê hatiye sepandin. Bakici destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê kir ku herêmê şer ji nû ve dest pê bike û ev şer xelkê ber bi pêvajoyek feqîriyê ve biriye û rê li ber binpêkirinên mafê mirovan vedike. Bakici anî ziman ku şikandina tecrîdê wê azadiyê bîne û got: “Vê tecrîda girankirî li pêşiya aştiya civakî astengiya herî mezin e. Tecrîd neçaresrkirina pirsgirêka kurd kûr dike. Îmrali mifteya çareseriyê ye. Divê ku îqtidar demildest dest ji polîtîkaya tecrîdê berde. Lazim e her kes û saziyên navnetewî, CPT ji bo rakirina tecrîdê bikevin tevgerê.”