ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-11 09:00:51 * Matt Broomfield ê îngîltereyî ku piştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevanî kir Almanyayê wî wekî "kesê nayê xwestin" îlan kir, got: "Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye. Bîrdozî bes ne teorî ye, xwe di pratîkê de jî dide der."  * Parêzera îngilîz Melanie Gingell, biryara Konseya Ewropayê ya derbarê Ocalan de rexen kir û xwest demildest zorê bide Tirkiyeyê. Gingellê destnîşan kir ku divê Îngîltere Tirkiyeyê daxilî nav "lîsteya welatên dê çekan nefiroşin wan."    *Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 278’emîn de berdewam bike.    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji ber Hefteya Mafên Mirovan wê pêşangeha xwe ya resman ya bi navê “Ax Evîna Şemiyê (Ah Cumartesi Aşk)” li pasaja Aznavûrê ya li Kolana Îstîklalê pêk bîne. (11.00)    * Parlamenterên jin ên HDP'yî wê derbarê Aysel Tûglûk û cînayeta Garîbe Gezer de li Meclîsê daxuyaniyekê bidin. (11.30) * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan wê 670’emîn çalakiya xwe ya rûniştinê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê li dar bixin. Çalakiya windayan a li Êlihê jî dê li avahiya ÎHD’a Êlihê pêk were. (12.00)  * Dayîkên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza cezakirina faîlan dê li ser onlinê 872’emîn çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. (12.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 26’emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)   * HDP wê di çarçoveya sernavê “Ji xwezayê re hurmet” ku di deklerasyona ji 11 xalan pêk dihat de cih digirt, bi ekolojîstên Egeyê re wê li Aydinê bicive. (13.00)    * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” wê li pêş Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê bi dirûşma “Em bi hev re bi ser bikevin” li Wanê bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevanan re were gelhev. (13.00) ZINDΠ   * Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) wê li Wanê şaxa xwe veke. (13.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 379’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 507’emîn de dê çalakiya “Rûniştina F” li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)