Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan 2021-12-11 10:42:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser medya sanal rojnameger jî di nav de gelek kesan bertek nîşanî nûçeya bi sernavê "Terorîsteke din a li girtîgehê xwedî dibû mir' a Rojnameya Yenî Akît'ê da.   Rojnameya Yenî Akîtê, duh derbarê cînayeta Garîbe Gezer de bi sernavê "Terorîsteke din a li girtîgehê xwedî dibû mir' nûçeyek derbas kiribû. Ev sernavê Yenî Akîtê li ser hesabên medya sanal bû sedema bertekan. Rojnameger û siyasetmedar jî di nav de gelek kesan bertek nîşanî rojnameyê dan û ji ber sernavê ku avêtiye şermezar kirin. Gelek kesan, di parvekirinên xwe de gotin, 'Em ê hev helal nekin û hesap ji we bipirsin'.