4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan 2021-12-11 11:44:15 STENBOL - Tevî ku 4 sal bi ser êrişa Goristana Xerzanê derbas bûn jî hêj 289 cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Malbatan diyar kirin ku heta cenazeyên hatine revandin negirin, wê têkoşîna xwe bidomînin.  Di 19’ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê bi kemçeyan êrişî Goristana Xerzanê hatibû kirin û 310 cenazeyên PKK’yiyan hatibûn derxistin û bêyî malbatan agahdar bikin cenaze anîbûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Pişt re derketibû holê ku cenaze li Goristana Kîlyosê di bin pêyarê de hatine veşartin. Malbatên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin, ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dan ATK’ê. Dûre 21 cenaze radestî malbatan hatin kirin. Tevî ku 4 sal bi ser êrişa Goristana Xerzanê derbas bûn jî hêj 289 cenaze radestî malbatan nehatine kirin û bersiveke ne erênî ne neyînî hêj nehatiye dayîn.       SERLÊDAN BÊENCAM MAN   Cenazeyê Neşat Yalvaç ê di sala 1999’an de li Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, yek ji wan cenazeyan e ku ji Goristana Garzanê hat wergirtine. Dayika Yalvaç, Arîfe Yalvaç 4 sal in li benda serlêdana ku li ATK’ê kiriye ye. Yalvaç, diyar kir ku serlêdanên wan bê encam mane û wiha got: “Em hîn bûn ku şehîdên me di kabên plastîk de li Goristana Kilyosê hatine veşartine. Dema tu dibînî bi rastî jî dişikê. Ev mirovên çawa ne. Ma mirovên ku ev kirine dayikên wan nîn in? Malbatên wan tune ne? Çawa dikarin vê bikin?” Yalvaç anî ziman ku her cara ku deriyê wê tê lêdan ew hîs dike ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê şandine malê.    ‘DIVÊ GOREKE WAN HESTIYAN HEBE’   Yalvaç, diyar kir ku weke malbat ji bo cenazeyan bigirin ketine nava gelek hewldanan û wiha berdewam kir: “Ev çar sal ji bo me gelek zehmet derbas bûn. Şev û roj dilê me dişewite. Ez li bendê me ku bersivek were. Ev şerekî psikolojik e, bi nedayîna hestiyan dixwazin psîkolojiya malbatan xera bikin. Em ê heta hetayê bi vê yekê re têbikoşin. Ji canekî me zêdetir tiştekî me nîne. Tirsa me jî nîne. Heta ku em hestiyên şehîdên xwe negirin em nasekinin. Hestî jî be divê goreke wî hestiyî hebe.”   ‘EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’   Bavê Huseyîn Tekîn ê di sala 1994’an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, Şeyhmûs Tekîn jî yek ji wan malbatên ji bo wergirtina cenaze têdikoşe ye. Tekîn, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye lê bêencam maye û wiha axivî: “Me serî li dozgeriyê de û jê re got em dixwazin hestiyên zarokên xwe bigirin. Pişt re ji bo testa DNA’yê em çûn nexweşxaneyê. Piştî em hatin Goristana Xerzanê hilweşandin û bi awayekî perçekirî cenazeyên wan anîn Goristana Kilyosa Stenbolê û di bin peyarê de veşartine. Pişt re em li vir çûn ATK’ê û dîsa me test da lê tu encam derneket. Cenazeyên zarokên me di bin pêya rê de tên veşartin, ne gengaz e ku em vê qebûl bikin. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin.”   ‘DI TU HIQÛQAN DE EV YEK NÎNE’   Tekîn, dazanîn ku têkildarî mijarê serî li gelek cihan dane û wiha berdewam kir: “Me li Meclîsê serdana gelek partiyên siyasî kir û tiştên qewimîn vegotin. Me xwest ji me re bibin alîkar. Ev tişta li zarokên me hatiye kirin di tu hiqûqa cîhanê de nîne. Ez ji vir bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û herkesê dikim, ev rewş nayê qebûl kirin. Ji bo ku em hestiyên zarokên xwe bigirin piştevaniyê bikin. Bila hestiyên zarokên me bidin em careke din li Goristana Xerzanê veşêrin. Bila malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane jî testa DNA’yê bidin.”   ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Tekîn, destnîşan kir ku exlaka şer jî heye, feraseta şer a AKP’ê û MHP’ê li tu deran nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila hemû cîhan li ser vê meseleyê bisekine. Bila ne tenê bûyera Goristana Xerzanê bila hemû bûyerên Şehîdên Kurdistanê bê ronîkirin. Em dest ji doza xwe bernadin. Em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji ber ku ew ji bo me şehîd ketin. Ji bo edaletê jiyana xwe ji dest dan. Bila pergala AKP’ê û MHP’a faşîst baş bizane ku, em welatê xwe terk nakin. Em jiyaneke wekhev diparêzin. Ji ber vê yekê deriyê Îmraliyê vekin, heke hûn ne vekin ne pêkane ku demokrasi were vî welatî.”   MA / Enes Sezgîn