‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’ 2021-12-11 16:02:13   ÇEWLIG - Rêxistina HDP’ê ya Çewligê têkildarî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku heke tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê têkildarî tecrîda girandkirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kul i Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin û hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re tê asteng kirin, li pêş Kuleya Saetê ya li Dortyolê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayê kirmançkî û kurmancî yên kurdî “Ma tecrîd bişkîn faşîzm waşon, Em tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin” hat vekirin.    Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Hasan Soysal di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên meşandin “îşkence” ye. Soysal, bi lêv kir ku polîtîkayên tecrîdê li hemû qadên civakî yên Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: “Desthilata AKP’ê bi tecrîda Îmraliyê eleqedar li herêmê siyaseta şer bi rê ve dibin. Tecrîd tenê bi Îmrali û bi kurdan ne bi sînor e. Polîtîkayên tecrîdê demekî dirêj e li Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan berfirehtir dibe. Ji ber vê yekê şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.”   Soysal, dazanîn ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de piştgiriya têkoşîna jinê, maf û azadiya ne û wiha berdewam kir: “Tecrîda mutleq astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî ya li Tirkiyeyê ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di tecrîdê de israr dike, siyaseta şer û pevçûnê dimeşîne, di encama vê siyasetê de mirovan tîne hemberî hev. Desthilat bi vê helwesta xwe çareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir dike. Ji bo tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan ku avakirina aştiyê ji xwe re kiriye misyon bi dawî bibe divê muxalefeta demokratîk xwe bi rêxistin bike û têbikoşe.”   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIR   Soysal her wiha bi taybetî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo bidawîbûna tecrîda mutleq a li Îmraliyê erk û peywîra xwe bi cih bînin.