‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’ 2021-12-11 16:16:40   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan destê wî kelemçekirî û piyê wî jî qeydkirî tê tedawîkirin û banga berdana wî kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 379'emîn a çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa rewşa girtiyên nexweş de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan" hate daleqandin. Hevserokên HDP'a Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak û gelek kes tevlî civînê bûn.    Di civînê de Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, di destpêka axaftina xwe de xwest ku cînayeta Garîbe Gezer bê lêkolînkirin û piştre balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku li Girtîgeha Tîpa D Amedê tê girtin. Çevîrmen, derbarê rewşa Ozkan de agahî dan û diyar kir ku Ozkan niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi awayekî derveyî rûmeta mirovahiyê destê wî kelemçekirî û piyê wî jî qeydkirî tê tedawîkirin û wiha got: "Divê nehehiya di dosya Ozkan de ji holê rabe û binpêkirina darizandina adil bi dawî bibe. Divê temenê Ozkan û pêwistiya wî bi alîkariyê li ber çav bê girtin û bê berdan. Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye."   Mehmet Emin Özkan’ın hala ve ısrarla hapishanede tutulması bir yaşam hakkı ihlalidir.”