DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin 2021-12-11 17:37:36 AMED - Rêveberên Partiya DEVA, HDP’ê û DBP’ê ji bo piştevaniyê serdana xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin kirin.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin ket roja 26’an. Serdana piştevaniyê ya malbatan jî berdewam dike.  Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê û Parlamenterê Stenbolê Mûstafa Yeneroglû serdana Baroya Amedê kir û bi Serokê Baroyê Nahît Eren û rêveberiya wê re hevdîtin kir. Endamên partiyê û Serokê Partiya DEVA yê Amedê Cîhan Ulsen jî bi Yeneroglû re bûn. Yeneroglû û kesên pê re piştî hevdîtinê serdana malbatên ku Nobeta Edaletê didomînin kirin.    Malbatên girtiyan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û rewşa girtiyên nexweş ji Yeneroglû re vegotin û xwestin Yeneroglû piştevaniya daxwaza wan a edaletê bike. Yeneroglû navên girtiyan li cem xwe nivîsî û soz da ku wê demekî nêzîk de têkildarî mijarê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.    Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Yenîşehîr a Amedê jî ji bo piştevaniyê serdana malbatên girtiyan kirin.    ‘EM LI CEM WE NE’   Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici ku di serdanê de axivî, qala girîngiya Nobeta Edaletê ku malbatan daye dest pê kirin kir û wiha got: “Em li derve û li hundir bi tecrîdeke mezin re rû bir û ne. Lê em bi tu awayî paş ve gavê naavêjin. Em li her derê hewl didin dengê dayikên xwe girtiyên xwe ragihînin. Em dixwazin diyar bikin ku em ê her tim li cem we bin.”   Xizma Girtiyan Încî Guler jî bi lêv kir ku girtî bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehan de tên ragirtin û anî ziman ku pêkanînên li girtîgehan keyfî ne. Guler, dazanîn ku ji bo mexduriyeta dijîn bi dengêkî bilind bînin ziman ev çalakî dane dest pê kirin û wiha got: “Rewşa girtiyên me yên nexweş qet nebaş e û her ku diçe nebaştir dibe. Divê demildest dengê me were bihîstin û çareseriyek were dîtin.”   ‘HETA KU ÇARESERIYEK NEYÊ DÎTIN EM LI VIR IN’   Ji yek xizmên girtiyan Fevziye Kolakan jî wiha axivî: “Em ji bo ji zarokên me re çareyekê bibînin hatin vê derê. Ne 26 roj 26 sal jî derbas bin em ê li pey doza zarokên xwe bin. Heta ku Wezîrê Edaletê çareyekê bibîne em ê li vir vin.”