ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-12 09:00:08   * JES'ên li bajarê Aydinê ku 26 jê bê ruxset bi 42 JES'an li cîhanê di rêza yekê de ye, zirareke mezin didin xwezayê, heywan û mirovan.    * Nîqaşên derbarê hevdîtina Putin-Biden de didomin. DYA û Rûsya, dikarin Ûkraynayê veguherînin "kîsê xîçê" ku quweta xwe tê de diceribînin.    * Qeyûmê ku 115 milyon TL deyn xist stuyê Şaredariya Sêrtê, 19 mal û milkên şaredariyê jî bi 20 milyon û 862 hezar TL'yî da ber îhaleyê.   * Hevseroka MATÛHAY-DER'ê Esîn Çelîk, diyar kir ku armanca girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku qethiyen tecrîdê qebûl nakin.   * Nobeda Edaletê ya Malabata Şenyaşar wê di roja 279'emîn de berdewam bike.    * Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û rêxistinên hiqûqê wê têkildarî darizandina kuştina Denîz Poyraz li Baroya Îzmîrê daxuyanî bidin û pişt re jî serdana gor û malbata Poyraz bikin. (10.00-17-00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma "Niha Dema HDP'ê ye" wê 4'emîn Kongreya  xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê li dar bixe. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayyîp Temel wê li Êlihê beşdarî civîna gel bibin. (12.00)   * Endamên Platforma Enqereyê ya Jinan wê têkildarî rewşa Aysel Tugluk û mirina bi guman a Garîbe Gezer li Yekîtiya Mulkiyeler daxuyanî bidin. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Baroya Amedê di roja 27'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)    * Wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de panelek li ser girtiyên nexweş û girtîgehan were lidarxistin. (14.00)